Ketin û derketina Dêrsimê dîsa hat qedexekirin
Ketin û derketina Dêrsimê dîsa hat qedexekirin
Ketin û derketina Dêrsimê dîsa hat qedexekirin
Ketin û derketina Dêrsimê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi sedema vekirina "Şehîdgeha Doktor Baran û Besê” ya li bejahiya Pilumur a Dêrsimê bê astengkirin, 48 saetan ketin û derketina bajêr hatibû qedexekirin îro carekî din destpê kir.
Qedexeya ketin û derketina bajêr a 48 saetan ku bi fermana Wezareta Karê Hundir ji bo vekirina "Şehîdgeha Doktor Baran û Besê" a li bejahiya Pilumur a Dêrsimê bê astengkirin destpê kiribû duh bi şev hatibû rakirin. Danê sibehê komeke ku di nav wan de HDP’î û DBP’î jî hebûn ku çû "Şehîdgeha Doktor Baran û Besê" îro danê nîvro Wezareta Karên Hundir ketin û derketina Dêrsimê qedexe kir.
Rêya Dêrsim û Erzinxan ku li trafîkê hat girtin, li ser rêya Dêrsim-Elezîz jî bi kontrol destûra derbasbûna wesayîtan didin.