Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Kesên di erdheja Wanê ya 23’ê Cotmeha 2011’an jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Ji aliyê Yekîtiya Odeyên Muhendîs û Mîmaran a Tirk ve li ber bîrdariya erdhejê ya Akkopru bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksel jî beşdarî bîranînê bû.

Bi wesîleya salvegera erdheja Wanê li Taxa Akkopru li ber bîrdariya erdhejê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê  Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, Hatîce Çoban, Hevşaredarê Îpekyolu Aygul Bîdav, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û endamên TMMOB beşdar bûn. saet 13.41 dema erdhej pêk hat ku deqeyek rêz hat girtin, paşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Sekreterê TMMOB ÎKK Şemsettîn Bakir daxuyanî xwend.

Piştî daxuyaniyê komê kulîlk danî ber bîrdariya erdhejê.