Kedkarê 29 salan ê rêya azadiyê: Îsa Huso

Kedkarê 29 salan ê rêya azadiyê: Îsa Huso

Endamê Konseya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Serokatiyê ya Meclîsa Gel a Rojava (TEV-DEM) Îsa Huso ku îro di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da, di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de 29 salên tije êş û têkoşîn li pey xwe hiştin.

Îsa Huso ku îro serê sibehê saet derdora 06.00’an de dema ji mala xwe ya li Taxa Kornîş a bajarê Qamişlo derket û ji bo ku biçe karê xwe li wesayîta xwe siwar bû, di encama teqîna bombeya ku di wesayîta wî de hatibû bicîhkirin de jiyana xwe ji dest da, jiyana xwe hemû bi têkoşînê derbas kir. Çend xelekên jiyana Huso yên ku derdikevin pêş wiha ne:

Îsa Huso di sala 1953’yan de li gundê Bora yê girêdayî bajaroka Girbawiyê ya Qamişlo ji dayik bû. Zewicî û 10 zarokên wî hene. Zarokek wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da, yek jî hîn di nava refên têkoşerên kurd de ye.

Dibistanên seretayî, navîn  û lîse li Qamişlo xwendin. Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Şamê xwendiye. Di sala 1984’an de tevlî têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê bû. Ji vê dîrokê û vir ve di gelek xebatên siyasî û rêxistinî de bi awayekî aktîf cihê xwe girt.

Piştî xebatên avakirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin destpêkirin, bi awayekî aktîf di nava van xebatan cîh girt. Di sala 2003’yan de tevlî kongreya damezirîner a PYD’ê bû û di nava damezirînerên partiyê de cihê xwe girt.

Di 12’ê Adara 2004’an de di berxwedana Qamişlo ku rejîma Baasê komkujî pêk anî de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girt.

Bi avakirina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re jî wekî rêveber cihê xwe girt. Her wiha di sala 2011’an de tevlî xebatên avakirina Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bû û wekî Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsê kar meşand.

Di sala 2012’an di avakirina Desteya Bilind a Kurd de jî cih girt û heta ku hate qetilkirin jî wekî Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya desteyê têkoşîna xwe domand.

Huso her wiha di xebatên dîplomasiyê de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girt û li Fransa, Norweç, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê tevlî gelek hevdîtin û civînan bû.

Huso di vê têkoşîna xwe de gelek caran bû hedefa hêzên rejîmê û komên li dijî kurdan. Huso 5 caran ji aliyê rejîmê ve hate girtin û her carê ji salekê zêdetir di girtîgehê de ma.