KCK: Lihevkirina Duhokê ji bo Yekîtiya Kurdan zemîn ava kiriye
KCK: Lihevkirina Duhokê ji bo Yekîtiya Kurdan zemîn ava kiriye
KCK: Lihevkirina Duhokê ji bo Yekîtiya Kurdan zemîn ava kiriye
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê der barê civîn û lihevkirina li Duhokê ku di navbera TEV-DEM û ENSK’ê de hatiye girtin daxuyaniyek da û got: “Lihevkirina rêxistinên Kurd ên Rojava ya li Duhokê der barê yekîtî, piştevanî û bi hev re tevgerkirinê de, ji bo pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û Kongreya Neteweyî ya Kurd zemînek erênî afirandiye. Êrîşên li Rojava û Başûrê Kurdistanê, qirkirina li Şengalê careke din nîşan daye ku divê Kongreya Neteweyî ya Kurd demildest pêk bê."
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li Rojava di navbera TEV-DEM û ENKS û bi giştî rêxistinên Kurdan de ev demek bû hinek pirsgirêk dihatin jiyîn. KCK’ê got ku sedema sereke ya van pirsgirêkan îradeya demokratîk a gelên Rojava derxistiye holê û naskirina rêveberiyên Kantonane û wiha got: “Sedem çi dibe bila bibe, gelê me yê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê ji vê nerehet bûye. Daxwaz kirine ku di nava rêxistinên Kurdan de demildest yekîtî û tifaq pêk bê."
KCK’ê da zanîn ku wan ji serî de bi yekîtî û piştevaniya rêxistinên Kurd bawer kiriye û got ji bo vê pêk bîne jî her tim bi berpirsyariyeke mezin xebat meşandine. KCK’ê wiha got: “Me tu carî pergaleke siyasî ya bi rêveberiyên çend partiyan nexwest.
Me her tim fikra xwe ya ku di Şoreşa Rojava de dikare pergaleke demokratîk a piranî ya ku her partî dikarin cih bigirin, anî ziman. Di vê mijarê de jî me teşwîq kir. Hêzên Şoreşger ên Rojava jî her tim partiyên din ên ji derveyê 5-6 partiyên din dima, xistiye nava xwe. Di vê çarçoveyê de jî hatina cem hev a rêxistinên Kurdan a li Rojava, nîqaşkirina pirsgirêkên xwe yên heyî û ji bo bi rêya diyalogê çareser bikin civînek pêk anîne. Civîn û hevdîtinên ku me jî piştgirî nedidayê, heta niha tu pirsgirêkek çareser nekiriye û pirsgirêkan heta niha berdewam kiriye. Neçareserkirina pirsgirêkan ku di alî şoreşa Rojava de geşedanên neyênî ava kiriye, cesaret daye diminên şoreşê jî."
KCK’ê got ku TEV-DEM û ENKS ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin li Duhokê careke din hatin cem hev û wiha got: “Civîna li Duhokê ku di encama teşwîq, cesaret û hewldana yekgirtiyê de pêk hatiye, bi lihevkirinê encam bûye."
KCK’ê wiha berdewam kir: “Di encama nîqaş û muzakereyên demdirêj de, lihevkirine bi vî rengî gelek erênî û kêfxweş e. Qezencên ku li Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana gelê me hatiye bidestxistin wê bi vê lihevkirinê zêdetir mezin be û hêzê qezenc bike. Gelê Kurd bi gel û baweriyên din re şoreşeke demokratîk a bi kok afirandiye û bi îradeya xwe ya demokratîk re gihiştiye modela rêveberiya kantonên ku xwe dispêre civaka demokratîk û rêxistinkirî.
Ji ber vê sedemê Şoreşa Rojava bûye muxatabê êrîşên hêzên dijminên Kurd. Di vê dema ku hewl tê dayîn îradeya gelê me bê şikandin û statuya gelê me bê tesfiyekirin de, rêxistinbûna Kurdan a di nava xwe de gelek girîng e. Ji ber vê yekê lihevkirina TEV-DEM û ENKS li ser protokoleke ku di raya giştî de hat deklarekirin, wê berxwedana Rojava zêdetir bi hêz bike. Gelê me di vê çarçoveyê wê hebûn û azadiya xwe biparêze. Li hember her cure êrîşan wê heta dawiyê têbikoşe.
Ev lihevkirina li Duhokê hemû rêxistinên Kurd kiriye bin berpirsyariyê. Ji vir şûnde divê bi feraseteke ku zêdetir di bin berprisyariyê de tevger peywira hemû rêxistinên Kurd ên Rojava ye. Divê hemû rêxistinên Kurd berjewendiyên xwe yên teng li aliyekî bihêlin û bi zîhniyeta Yekîtiya Neteweyî tevbigerin û ev berpirsyariyeke dîrokî ye. Ji ber ku êrîşên li dijî Rojava û Başûr ne tenê li dijî rêxistin an jî parçeyekê ye li dijî hemû gelê Kurd e. Armanca van êrîşan jî ev e ku Kurdan ji holê rakin.
Ji ber vê li hevkirina rêxistinên Kurd ya li Duhokê, zemîna pêkanîna Yekîtiya Neteweya Kurd û Kongreya Neteweya Kurd ava kiriye. Êrîşên li Rojava, Başûr û Şengalê nîşan daye ku divê Kongreya Neteweya Kurd demildest bicive. Ji bo vê jî divê hemû rêxistinên Kurd bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin.”