KCD'ê ji Wezareta Edaletê rapora li ser tenduristiya Ocalan xwest
KCD'ê ji Wezareta Edaletê rapora li ser tenduristiya Ocalan xwest
KCD'ê ji Wezareta Edaletê rapora li ser tenduristiya Ocalan xwest
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji Wezareta Edaletê xwest, rapora heyeta ku çûye Îmraliyê û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kontrol kiriye, eşkere bike.
Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ehmed Turk, der heqê rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ji Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn re nameyek şandin.
Di nameyê de bal hat kişandin ser daxuyaniyên Ocalan ên bi rêya parlamenter û malbata xwe re der heqê tenduristiya xwe de daye û hat bibîrxistin ku hînê ji serlêdana Heyeta Tenduristiyê ya KCD'ê re bersiv nehatiye dayîn.
Di nameyê de hat xwestn rapora "qaşo heyeta tenduristiyê" ya tê îdîakirin çûye Îmraliyê û kontrolên tenduristiyê kiriye, ji raya giştî re bê eşkerekirin.
Di nameya 25'ê Tîrmehê de weha hat gotin:
“Weke ku tê zanîn, di çarçoveya pêvajoya Çareseriya Demokratîk de, bi Birêz Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ya ser bi Wezareta we tê ragirtin û parlamenteran de, ji bo rêveçûna vê pêvajoyê hevdîtin tên kirin. Ev pêvajo ji aliyê tevahiya gelê me û raya giştî ya Tirkiyê ve bi eleqe û piştgirî tê pêşwazîkirin. Birêz Ocalan di hevdîtina hem bi parlamenteran hem jî bi malbata xwe re behsa pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kir û xwest heyeteke serbixwe ya doktoran li gel wî kontrola tenduristiyê bike. Ev yek ji raya giştî re hatiye eşkerekirin.
Ji daxwaza Meclîsa Tenduristiyê ya ser bi Kongreya Civaka Demokratîk a ji bo çûyîna Îmraliyê re bersiv nehatiye dayîn. Em dixwazin ew qaşo heyeta tenduristiyê ya çûye Îmraliyê, rapora xwe bi raya giştî re parve bike."