KCD'ê ji bo Îsa Huso peyam weşand
KCD'ê ji bo Îsa Huso peyam weşand
KCD'ê ji bo Îsa Huso peyam weşand
KCD'ê ji bo Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê di encama sûîkasteke bombeyî de vê sibê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de hat gotin, "Bi vê êrîşa adiyane re, di şexsê Îsa Huso de vîna rêveberiya bi xwe ya gelê Kurd hedef hatiye girtin. Kiryar kî dibe bila bibe, hedef ev e. Lê ev êrîş wê negihêjin armanca xwe."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê di encama sûîkasteke bombeyî de vê sibê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Sûriyê şerekî hemû nirxên mirovahiyê binpê dike, tê meşandin û hat gotin, "Hem rejîm hem jî hin çeteyên li mûxalefetê, hin çalakiyên li dijî huqûqa şer e, dimeşînin. Ev herdu hêz tevî ku li hemberî hev şer dikin, li dijî gelê Kurd jî djiminahiyê dikin. Vîna ku rêveberiya cewherî li Rojavayê Kurdistanê ava kir û ji bo her beşên civakê jiyaneke bi hev re ya di nava demokrasiyê de afirand, hedefa van her du aliyan e.
KCD'ê da xuyakirin ku êrîş li dijî vîna rêveberiya xwe bi xwe ya gelê Kurd e hatiye kirin û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li derdora Rojavayê Kurdistanê bicivin. Di peyamê de weha hat gotin:
"Îro danê sibê bi êrîşeke hovane re, dîplomat û siyasetmedarê zana yê gelê Kurd, endamê Konseya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Serokatiyê ya Meclîsa Gel a Rojava (TEV-DEM) Îsa Huso, jiyana xweji dest da. Bi vê êrîşa adiyane re, di şexsê Îsa Huso de vîna rêveberiya xwe bi xwe ya gelê Kurd hedef hatiye girtin. Kiryar kî dibe bila bibe, armanc ev e. Lê ev êrîş wê negihêjin armanca xwe. Em bi bawerin ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê wê li dijî van êrîşan berxwedana xwe mezintir bikin. Gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê jî wê li dora Rojavayê Kurdistanê bibe yek. Rêbaza bingehîn a bersivdayîna li van êrîşan ev e.
Weke KCD, beriya her tiştî em vê êrîşa bi lanet şermezar dikin, di serî de malbata wî ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrîşan li dora Rojava bicive û vê helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan bide."