Karasû: Bêdengî ne aştî ye!

Karasû: Bêdengî ne aştî ye!

Endamê Konseya Serokratiya Giştî ya KCK'ê Mûstafa Karasû der heqê pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku dewleta Tirk hînê gavên pêwîst neavêtiye û got, "Bêdengî heye, dibêjin bila kes vê bêdengiyê xera neke. Pêvajoya çareseriyê, aştî ne bêdengî ne. Kes nikare bêdengiya koleyan bi Kurdan bide qebûlkirin."

Endamê Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Mûstafa Karasû, di bernameya Gundemê ya bi pêşkêşiya Bakî Gul a li Nûçe TV'yê axivî.

Karasû da xuaykirin ku gotûbêjên li ser pêvajoya çareseriya demokratîk ji du aliyan ve tê meşandin, li aliyekî gotûbêjên gelê Kurd û derdorên demokratîk, li aliyê din jî AKP û alîgirên dewletê li ser pêvajoyê gotûbêjan dimeşînin.

Karasû diyar kir ku AKP û derdorên nêzî AKP'ê, der heqê pêvajoyê de gotûbêjên esasî nameşînin û diyar kir ku pirsgirêkek sed salî bi hesabên hilbijartinê çareser nabe. Karasû got, "Nêzî milyarek dolar, wendahiya aboriyê heye. Travmayên civakî û çandî hene. Bi dehhezaran mirovên jiyana xwe ji dest dane, li holê hene. Hesabê AKP'ê, qezençkirina hilbijartinê ye! Li pirsgirêka sedsalî, nêzîkatiyek bi vî rengî dibe?"

‘TIŞTEKÎ GELEKÎ XWEZAYÎ YE KU GERÎLA HESTIYÊN HEVALÊN XWE RADEST BIKIN’

Karasû ragihand ku dewleta Tirk ji bo pirsgirêkê çareser neke li sedeman digere û nerazîbûn nîşan da ku dewlet û çapemeniya Tirk komkirina gorên gerîla li deverekê xistin rojevê.

Karasû got: "Dibêjin li filan derê asayîş ava kirin, li bêvan cihî maşînên kar şewitandine; hîn bêtir zêdegaviyê dikin û dibêjin 'çima cenazeyên gerîla hatine komkirin.' Çima goristanek hatiye çê kirin. Gerîla dema vedikişin, ma wê cenazeyên hevalên xwe li çolê ji guran re bihêlin. Dayika wendahiyan Berfo digot, "Ez bi tenê hestiyê kurê xwe dixwazim." Gelo ji vê rewşê xwezayîtir tiştek heye ku gerîla hestiyên hevalên xwe radestî malbatên wan bikin? Ji bo vê jî radibin dibêjin, pêvajoya çareseriyê sabote dikin. Ji bo gavneavêtinê weke sedem nîşan didin. Rojevê bi vî rengî, nîqaşên bi vî rengî, berovacîkirina pêvajoyê ye. Divê li ser gavên ji bo pêvajoya çareseriyê bên avêtin, gotûbêj werin kirin. Li Rojava Kurdan Serêkaniyê rizgar kirine. Serêkaniyê ya Kurdan e. Al bi ba vekirin. Êê berê ala çeteyan hebû. Tirkiye dibêje, ezê ji Kurdan re nebim cîran, ezê bibim cîranê çeteyan. Ev bêhurmetiye li hemberî Kurdan. Salih Muslim çûye Tirkiyê. Dibêjin emê zextê bikin. Her tim bi vî rengî difikirin, dibêjin bi zextê emê wan şûnde vegerînin. Kes nikare Kurdan ji mafên wan vegerînin."

‘EGER PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ LI HOLÊ HEBE, JI BER NÊZÎKATIYA ME YE’

Mûstafa Karasû li dij derket, ku hewldanên deskevtiyên Kurdên li Rojava weke astengiya li pêşiya pêvajoya çareseriyê nîşan didin û got, "Dibêjin, rewşa li Sûriyê wê pêvajoya çareseriyê têk bibe. Kîjan pêvajoya çareseriyê? Ji bilî gavên aliyê Kurd avêtine, li holê pêşketinek ji bo pêvajoya çareseriyê tineye. Dewleta Tirk hînê dest bi karê esasî nekiriye."

Nirxandinên Karasû bi vî rengî ye:

"Eger pêvajoya çareseriyê hebe, ji ber nêzîkatiyên me heye. Me hêzên xwe yên çekdarî vekişandin û rewşa agirbestê ava kirin. Ji bilî vê, pêvajoyeke çawa ya çareseriyê heye? Kîjan gav hatine avêtin. Dibêjin wê pakêtê derxîni, nav bidin...Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê di mijara rakirina benda ji sedî 10'an de jî gavan neavêjin. Dibêje ezê serî li wan bigerînim, bi vî rengî xwe bigihînim hilbijartinan. Tiştekî bi vî rengî nabe. Rêber Apo heta 1'ê Îlonê dem nas kir. Kurdan a ji destê wan tê kir, rewşa agirbestê afirand. Tiştekî din ji Kurdan nabe were xwestin. Yê ku pirsgirêka Kurd afirand tuye, ne Kurd e. Dewleta Tirk mafên gelên Kurd talan kiriye, divê tu mafên wan bidinê."

‘BENDAV, BENDAVÊN JI BO FESTISANDINA KURDAN E’

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser çêkirina qereqol û bendavan ên di vê rewşa agirbestê de û got, "Ew bendav ne ji bo enerjiyê ne. Bi tenê Bendava Keban Karakayayê dikare pêwistiya enerjiyê ya Kurdan tedarik bike. Bendav, qirkirina çandî ye. Ew bendav dijminên Kurdan e. Ew bendav, bendavên fetisandina Kurdan e, bendavên fetisandina çanda Kurd e. Qirkirina çandî ye, sûc e. Dibêjin, bendav tên çêkirin, lê jê re dibin asteng. Tu bendavê jî rê jî ji bo armancên xwe yên leşkerî çê dike. Balafirgehê jî bi armancên leşkerî çê dike."

‘DIBÊJIN BÊDENGÎ HEYE, BILA KES VÊ BÊDENGIYÊ XERA NEKE!’

Karasû diyar kir ku ew van hemû gotûbêj û nêzîkatiyan weke KCK rast nabînin û dixwazin hîn bi cidî nêz bibin û ev hişyarî da:

"Rêberê me jî tevgera me jî sebir in, lê taliya sebrekê jî heye. Pêvajoya çareseriyê nayê wateya rawestîna bi bêdengî. Mîna Pax Romana ne bêdengiya lawazan e! Emê bêdeng bibin, hingî aştiyê bê! Bêdengî ne aştî ye. Dibêjin bêdengî heye, çiqasî xweşe, bila kes xera neke. Eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ew bêdengî aştiya Pax Romana ye. Zilm e. Kes nikare bêdengiya koleyan bi Kurdan bide qebûlkirin. Bêdengiya me ya niha, ji ber pêvajoya çareseriyê ye. Eger gav neyê avêtin, Kurd wê dengê xwe bilind bike. Bila her kes vê bizanibe."

‘ROJAVA FÎLÎSTÎNA KURDAN E’

Mûstafa Karasû di bernameyê de êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku hem dewleta Sûriye, hem dewleta Tirk û hem jî mûxalîf naxwazin jiyana azad û demokratîk a Kurdan qebûl bikin û got, "Derdê yekane yê Kurdan, parastina herêma xwe, parastina jiyana xwe ya azad e. Kî statuya wan qebûl bike, ew amade ne pê re hevdîtinê bikin. Kurdên li Sûriyê teqez naxwazin şer bikin. Bêguman dixwazin rêveberiya xwe, xweseriyê ava bikin. Lê naxwazin bibin dewlet."

Karasû destnîşan kir ku Rojava, Fîlîstîna Kurdan e û ji bo Kurdên li parçeyên din got, "Eger ji bo Rojava ranebin ser piyan, wê nikaribin jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bikin." Karasû bang li tevahiya Kurdan kir ku xwedî li Rojava derkevin."

‘KONGREYA NETEWÎ, BERPIRSYARIYAN DERDIXÎNIN HOLÊ’

Karasû der heqê Kongreya Netewî ya Kurd de got, "Pêşketineke ku Kurdan bi dehan salan xeyala wê dikirin" û destnîşan kir ku kongre berplirsyariyên dîrokî li ser milê tevahiya Kurdan dike. Karasû diyar kir ku divê hemû hêzên Kurdan ên li her çar parçeyan bibin yek, bi bandor bin û pozîsyonên xwe xurtir bikin.