Kaledonyaya Nû ji serxwebûnê re got ‘Na’

Li Kaledonyaya Nû ya ku girêdayî Fransayê ye û xwedî statuyeke taybet e, encama ‘Na’ ji referandûma serxwebûnê derket.

Li Kaledonyaya Nû ya ku li Pasîfîka Başûr komek girav in, ji bo serxwebûnê referendûm hate lidarxistin.

Li gorî encamên sindoqan ji sedî 53,26’ê hilbijêran ji serxwebûnê re gotin ‘Na’ û ji sedî 46,74’ê hilbijêran jî gotine ‘Erê.’

Du sal berê jî referandûma serxwebûnê hatibû kirin û dengên erê jî ji sedî 43,3 bû.