Jinên Rojava El-Nusra şermezar kirin

Jinên Rojava El-Nusra şermezar kirin

Şandeyek ji Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Yekîtiya Star bi armanca yekdengiya jinên Rojava li dijî fitweyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra rêzehevdîtin bi nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên Rojavayê Kurdistanê re li dar xistin.

Di dema hevdîtinên endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star bi jinên rêxistin û partiyên siyasî de kiryarên El-Nusra şermezar kirin. Her wiha jinan di hevdîtina xwe de dan zanîn ku pêwîstiya jinên Rojava bi yekdengiyê heye. Jinan nerazîbûnên xwe derbarê fitweyên komên Îslamî de nîşan dan û fitwe li dijî nirx û rastiya ola Îslamê bi nav kirin.  

Hevdîtinên Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Yekîtiya Star dê heta sibe dom bikin û tê payîn di dawiya civînan de li ser navê rêxistin û saziyên hevdîtin bi wan re hatiye lidarxistin daxuyaniyek hevbeş bê dayîn.