Ji YPG, Bûrkan El Firat û Pêşmergeyan çalakiya hevpar
Ji YPG, Bûrkan El Firat û Pêşmergeyan çalakiya hevpar
Ji YPG, Bûrkan El Firat û Pêşmergeyan çalakiya hevpar
Hêzên YPG/YPJ, Bûrkan El Firat û Pêşmergeyan, li rojavayê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke hevpar dan destpêkirin. Çalakiya hevpar bi çekên giran tê lidarxistin û pevçûnên dijwar diqewimin.
Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li hin gundên li eniya rojava ya Kobanê bicih bûne, hêzên YPG/YPJ, Pêşmerg û Bûrkan El Firat, operasyoneke hevpar lidar xistin. Di operasyona ku bi koordînatoriya fermandarên YPG'ê hat lidarxistin de, şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên li gundan bicih bûn çalakî lidarxistin, pêşmerge jî ji cihê lê bi doçka û fuzeyên katûşa êrîş kirin. Çalakiyê danê vê sibehê destpê kir û Navenda Operasyona Hevpar a Bûrkan El Firat jî destekê dide. Pevçûn dewam dikin.
Ji bo kişandina dîmenên vê operasyona li eniya rojava, rojnamevan li aliyê sînor ê Pirsûsê ketin nava tevgerê, lê li astengiya leşkerên Tirk rast hatin. Rojnamevanan li gundê Boydê yê Pirsûsê xwestin dîmenê çalakiya hevpar a li Girê Til Şeîrê bikşînin, lê leşkerên Tirk destûr nedan wan û ew ji herêmê derxistin.
Li aliyê din, çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniyên rojhilat û başûr ên Kobanê dewam dikin. Li eniyên rojhilat û başûr ên Kobanê şerê bajêr dewam dike, li eniya rojava jî pevçûn ji dema destpêkirina êrîşên li hemberî Kobanê û vir ve li derveyî bajêr dewam dike. Beriya niha li eniya rojava li qûntarên Îzae û gundên Pêndir, Sûsanê, Siftekê şevanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor lidar xistibûn û di encamê de gelek çete hatinbûn kuştin.

