Ji Qereqola Oremar êrîşa obûsan, li Amedê tevgera leşkerî

Ji Qereqola Oremar êrîşa obûsan, li Amedê tevgera leşkerî

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) diyar kir ku, ji Qereqola Oremar li hemberî Bervarê Bazê, Boxaza Bazê û Girê Berxê yên girêdayî herema Sumbul êrîşa bi hewan û obusan pêk hatiye. Her wiha balafirên bêmirov a artêşa Tirk li herêma Zapê geriyane. Li Herêma Apê Mûsa ya girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê jî bi armanca keşfê balafir geriyane.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku, “26’ê Cotmehê saet di navbera 11.00 û 12.00’an de ji Qereqola Oremar a li ser xeta sînor a Gevera Colemergê qadên Bervarê Bazê, Boxaza Bazê û Girê Berxa yên girêdayî qada Sumbul bi obus û hewanan hatine bombe kirin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk li herêma Zapê keşif pêk aniye û wiha got, “26’ê Cotmehê saet ji 20.30 heta îro 03.00’yan balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zapê ya girêdayî herêma parastina medya keşif pêk anîye.”

Di van sê rojên dawî de balafirên bêmirov ên  artêşa Tirk a dagirker bi awayekî zêde li herêma Apê Mûsa a girêdayî navçeya Licê ya Amedê keşif pêk anîne. Dîsa di van rojên dawî de li Qereqola Hegasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê tevgera leşkerî heye.