Ji Mazlum Dogan ê biçûk re serdaneke watedar

Ji Mazlum Dogan ê biçûk re serdaneke watedar

Xwişka ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan Serap Mutlu, malbata Mazlum Dogan ê ku di girtîgeha çeteyên DAIŞ'ê de hate dinê û hê 3 mehî ye ziyaret kir. Dapîra Mazlumê biçûk Xecê Emîne axivî û wiha got: "Bila her tiştê me biçe lê bila axa me neçe"

Xwişka ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan Serap Mutlu, malbata Mazlum Dogan ê ku di girtîgeha çeteyên DAIŞ'ê de hate dinê ziyaret kir. Zarok û dayika xwe piştî 5 mehan di destê çeteyên DAIŞ'ê de man rojên buhrî serbest hatin berdan bi malbata xwe re di dikanekê de dimîne. Di dema ziyaretê de demên hestiyar pêk hatin. Dapîra Mazlumê biçûk Xecê Emîn di kolana dikan lê Mutlu pêşwazî kir û got, "Mazlum nirxê me yê herî mezin e û pêşengê me ye." kêfxweşiya xwe ya ziyaretê anî ziman.

Malbata Evdo ji ber ku wê tiştek bi zarokê û endamên din ên malbatê pêk bê der barê dîlgirtinê de tu tiştekî nabêjin û wiha gotin: "Çeteyên DAIŞ dinasin wê tiştekî bi serê zarok û jinên me bînin" û nexwestin wêne û dîmen bê kişandin. Xecê Emîn, diyar kir ku Mazlum Dogan nirxê wan ê herî mezin û pêşengê wan e û dê her tim xwedî li şehîd û nirxên wan afirandin derkevin û wiha axivî: "Bila her tiştê me, canê me, malê me biçe lê bila axa me neçe."

Serap Mutlu jî diyar kir ku dema ji bo nobeta berxwedanê hat xwest Mazlumê biçûk bîbîne û destê Dapîra Xecê girt û wiha got: "Serê her tiştî hêvî ye. Ya me li ser piyan digire hêvî ye. Ji ber vê yekê divê em tu caran hêviyên xwe winda nekin. Dê teqez serkefin û serfirazî çêbibe. Hêvî dikim di demek kin de hûn bigihijin zarok û zecên xwe." Mutlu pişt re hincên ji bo Mazlumê biçûk anîn dan dayika wî Cîhan Beko.

Çeteyên DAIŞ'ê 5 meh berê bi ser gundê Kûneftar ê Kobanê de girtibû û hemû malbata Evdo dîl girtibû. Çeteyên DAIŞ'ê malbata Evdo li bajarokekî Suriyeyê di girtîgehekê de girtin û pişt re zarok û jin serbest berdan. Cîhan Beko (20) di girtîgehê de zarokê xwe anî dinê û navê ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan ê ku di 21'ê Adara 1982'an de li hemberî hovîtiya li Girtîgeha Amedê pêk dihat çalakî li dar xist lê kir. Ne Mazlum Dogan û ne jî bavê wî Mistefa Evdo li gel di heman girtîgehê de bû hev nedîtin. Zilamên malbata Evdo hê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Tu agahiyên ew dijîn an na tuneye. Jin û zarokên malbata Evdo niha li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di dikanekê de dimînin. Malbata Evdo heya niha tu tişt jî tu kesî daxwaz nekirin. Ne jin û ne jî zarok der barê 5 mehên di destê çeteyên DAIŞ'ê de mayîn tu tiştî nabêjin. Ji ber tirsa dibe ku tişte bi serê zilamên malbatê bên naxivîn.