Ji KCD-E peyama spasdariyê

Ji KCD-E peyama spasdariyê

Hevserokatiya KCD-E, ji bangdarên 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin û ji her kesên beşdarî çalakiyan bûn re spasiyên xwe pêşkêş kir.

Hevserokatiya KCD-E di daxuyaniya xwe de ragihand, ku di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê de li her devera cîhanê bi bi sedan zimanên cuda bi dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" mîlyonan kesî bersiv li bangê dane û got, "Weke KCD-E em ji her kes û kesayetên di nav vê piştevaniya dîrokî de cih girtine, silav û spasiyên xwe pêşkêş dikin."

Hevserokatiyê diyar kir ku Kantonên li Rojava di çarçoveya modela xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye avakirin û bûye projeya jiyana gelan û modela modernîteya demokratîk a hemû gel bi xweseriyên xwe li gel hev dijîn.

Di daxuyaniya xwe de Hevserokatiya KCD-E da zanîn ku vê modelê hemû hêzên paşverû û dewleta Tirk aciz kiriye û ev xal hat destnîşankirin: "Ev çete bi çekên giran tên amadekirin û bi destê wan êrîşî Kobanê, Şengal û tevahiya Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Erdogan ê qîma xwe bi vê neanî bi gotineke faşîzan a 'Kobanê li ber ketinê ye' girêdana xwe ya bi van çeteyan re veneşartiye. Di rewşa niha de ne Kobanê, mejiyê faşîzan ê Erdogan ketiye, têk çûye.

Çeteyên ku li Rojhilata Navîn bû sedema tirs û xofê, li berxwedana destanî ya berxwedêrên gelê Kurd YPJ, YPG û gerîlayên leheng ên gelê Kurd rast hatine. Berxwedana jinên Kurd a xwe di çalakiya fedaî ya Arîn Mîrxan de nîşan da, çeteyên tirs xistin dilê gelan û efendiyên wan, tevizandiye.

Berxwedana efsanewî ya Kobanê bala tevahiya raya giştî ya cîhanê kişandiye û bûye hêviya azadiyê ya gelên mazlûm. Kobanê li cîhanê rê li ber ruhekî enternasyonal vekiriye û hêviya azadiyê ya gelan şîn kiriye. Û di heman demê de bi hezaran sazî û kesayetên li cîhanê xwedî exlaq û wicdanê xistiye nava tevgerê."

Hevserokatiya KCD-E ji hemû bangdarên ku 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirine û her kesên ji Ewropa heta Afrîka, ji Amerîka Latîn heta Afganîstanê, ji Anatoliyê heta Awûstûralyayê, ji çar parçeyên Kurdistanê heta gelek deverên cîhanê yên bi zimanên cuda dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" bilind kirine, silav û spasiyên xwe pêşkêş kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku kantonên xweseriya demokratîk ên li Rojava, projeya jiyana azad a gelan e.