Ji HDP, KCD; DBP û HDK'ê banga tevlîbûna li çalakiyên 1'ê Mijdarê

Ji HDP, KCD; DBP û HDK'ê banga tevlîbûna li çalakiyên 1'ê Mijdarê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûna li çalakiyên 1'ê Mijdarê yên li qada navneteweyî ji bo Kobanê bên lidarxistin, kirin.

Di daxuyaniya hat weşandin de hat ragihandin ku dem hatiye gengaziya cîhaneke cuda bê nîşandan û hat gotin, "Em bang li gelê xwe dikin, ku bi mirovên li her devera cîhanê re, ji bo Kobanê di 1'ê Mijdarê de dakeve kolanan û beşdarî çalakiyên demokratîk bibe."

Di metna hevpar a daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji Arjantînê heta Hîndîstanê, ji Ekvadorê heta Îtalyayê ji gelek welatên cîhanê, li gel Noam Chomsky û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Cîhanê Adolfo Perez Esquivel rewşenbîran 'Ji bo Mirovahiyê, ji bo Kobanê' banga çalakiyên global ên 1'ê Mijdarê kirin. Berxwedana gelê Kobanê ya li dijî erîşên çeteyên DAIŞ'ê wê bi vê çalakiyê re ji aliyê tevahiya cîhanê ve bê silavkirin.

Em weke partî û saziyên li jêr navê wan hatiye nivîsandin tevlî vê bangê dibin û bang li gelên xwe yên ji destpêkê ve destek dane Kobanê dikin ku di 1'ê Mijdarê de careke din biherikin kolanan û çalakiya global xurt bikin.

Ji ber ku çeteya DAIŞ'ê, 3 kantonên li Rojava yên Kurdan û gelên din bi hev re ava kirin, kirin hedef. Li hemberî yek ji van kantonan Kobanê, ji destpêka sala 2014'an û vir ve sê caran êrîş kirin. DAIŞ a di her du êrîşên destpêkê de bi ser neket, vê carê ji hemû eniyan bi çekên giran bi berfirehî êrîş kir. Bi çekên modern, gefa qirkirina herî hovane ya dîrokê li bi sed hezaran sivîlan hat xwarin. Gelê Kobanê û hêzên YPG/YPJ, li dijî êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞ'ê bi çekên sivik li ber xwe didin.

Koalîsyona navneteweyî ku qaşo li dijî DAIŞ'ê hatiye avakirin, tevî ku ji sûcê qirkirinê re şahidiyê dike jî, bi awayekî xurt alîkariyê nade berxwedana li Kobanê. Berpirsyariyên qanûnî yên navneteweyî bicih nîne. Hin welatên di nav koalîsyonê de, bi taybetî Tirkiye dest ji destekkirina DAIŞ'ê bernade. Ji bo Kobanê korîdora însanî venake, li hemberî derbasbûna pêşmergeyan jî li ber xwe dide. Bi belavkirina li demê re li bendê ye ku Kobanê qels bibe. Lê Kobanê tevî hemû zextan jî bi hefteyane li ber xwe dide û dersa mirovahiyê dide cîhanê.

Ji ber vê yekê 'Em ji bo Kobanê, ji bo mirovahiyê' tevlî çalakiya global a li dijî DAIŞ'ê bibin!

Xweseriya demokratîk a li Rojava, pêşerojeke azad dide gelên li Sûriyeyê. Lewma 'Modela Rojava' modeleke cihêreng û yekîtiya gelan a demokratîk, laîk e ku ne mezhebî ye. Li Rojhilata Navîn û li welatê me, her kesên demokrasiyê dixwazin divê destekê bidin berxwedana Kobanê. Divê korîdora însanî tavilê bê vekirin. Statuya kantonên Rojava jî bi lezgînî were naskirin.

Dem dema tevgerê ye!

Berevajî dewletên zordar û emperyalîstan, dem dema nîşandana gengaziya cîhaneke din a azad û wekhev e.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi mirovên li cihên din ên cîhanê re, ji bo destekkirina Kobanê di 1'ê Mijdarê de dakeve kolanan û çalakiyên demokratîk bilind bike.

Em destekê bidin çalakiya global a li dijî DAIŞ'ê...

Ji bo Kobanê, ji bo Mirovahiyê di 1'ê Mijdarê de em dakevin kolanan...

Kongreya Demokratîk a Gelan - HDK

Kongreya Civaka Demokratîk - KCD

Partiya Demokratîk a Gelan - HDP

Partiya Herêman a Demokratîk - DBP"