Ji gundê Qesrê ji bo Kobaniyan alîkarî

Ji gundê Qesrê ji bo Kobaniyan alîkarî

Piştgiriyeke bi wate ji bo Kobaniyan ji gundek ê Bedlîsê hat. Gundiyên gundê Qesrê di nava xwe de pere kom kirin û bihayê 35 hezar TL amûrên pêwîst ji bo Kobaniyan re kirîn û teslîmê Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava kirin.

Alîkarî û piştgiriya gelê Bakûrê Kurdistanê ya ji bo gelê Kobanê yê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçberê Pirsûsê bûne, berdewam dike. Gelê gundê Qesrê yê ser bi navenda Bedlîsê di nava xwe de pere kom kirin û alîkarî ji Kobaniyan re  şandin. Gundiyan di nava xwe de pere kom kirin û bihayê 35 hezar TL amûrên pêwîst ji bo Kobaniyan re kirîn û teslîmê Komeleya Piştgirî û Alîkariya ji bo Rojava kirin. Komeleyê jî alîkarî anî Pirsûsê.