Ji DOKH'ê ji bo Rojava bangawazî

Ji DOKH'ê ji bo Rojava bangawazî

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bang li hemû jin û Kurdan kir ku li “Şoreşa Rojava” xwedî derkevin.

DOKH'ê der barê geşedanên Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. DOKH'ê destnîşan kir ku li Rojava modela çareseriyê dikeve meriyetê û wiha got: "Li Rojava paradîgmaya modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk weke xeta sêyemîn dikeve meriyetê. Çareseriya Rojava modela yekîtiya Konfederal a gelan û xweseriya demokratîk îfade dike. Çawa ku Sûriye di rastiya Rojhilata Navîn de berhevkirina pirsgirêkan be, li gorî heqîqeta Rojhilata Navîn, Rojava modela çareseriyê ya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê pergala heyî û hêzên paşverû yên herêmê êrîşî çareseriya li Rojava dikin. Bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe û bi modela dewleta netewe re ve Kurdistan dagirkirin û di encama berxwedana gelê Kurdistanê ya 30 salan statukoya înkarê hilweşiya."

'ROJAVA RUHÊ ŞOREŞA KURDISTANÊ YE'

Di daxuyaniya DOKH'ê de hat gotin ku sedsala 21'emîn sedsala vejîna Kurdistanê û teşegirtina statuyê ye û ev tişt hatin gotin: "Hêzên navneteweyî û hêzên ku gelê Kurdistanê neçarî jiyana zordariyê kirine ji bo êrîşî bidestxistina statuya nû bikin hêzên herêmî yên paşverû bi kar tînin. Dewlet û hukûmeta AKP'ê çeteyên El Qaîdeyê bi rêxistin kirin dikin û Riha veguherandine navenda çeteyan û ev yek jî nêzîkatiya hukûmetê ya li hember gelê Kurd û pirsgirêka Kurd nîşan dide. Li hember van pêkanînan sînorên tehemmûlê nemane. Rojava ruhê şoreşa Kurdistanê ye. Rojava cihê tevgera azadiyê ye. 30 sal in Rojava, ji şoreşa Bakurê Kurdistanê re malovaniyê dike, bi hezaran zarokên Rojava xwe feda kirine û sembola fedakariyê ye. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava, şoreşa Kurdistanê ye."

Di daxuyaniyê de “Şoreşa Rojava” weke “Şoreşa Jinê” hat pênasekirin û bang li jinan û gelê Kurd hat kirin ku li Şoreşa Rojava xwedî derkevin û berxwedana li Rojava pêşdetir bibin.