Ji çeperan dengê stranên berxwedana Kobanê tê
Ji çeperan dengê stranên berxwedana Kobanê tê
Ji çeperan dengê stranên berxwedana Kobanê tê
Li eniya başûrrojhilat a Kobanê ku şer lê giran e, şervanên YPG/YPJ'ê li eliyekî li dijî çeteyan şer dikin, li aliyê din jî li ber tembûrê distirên û moralê didin hevalên xwe. Şervana YPJ'ê Serhildan got, "Em di nava şerekî ku em mafdar in de ne. Lewma moralê me ewçend bilind e."
Şervanên YPG/YPJ'ê yên ku di roja destpêkê ya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de gotin, "Heta yek ji me bimîne berxwedana me ya li vir wê dewam bike" bi moreleke mezin şer dikin. Li bajarê ku şer bênavber lê heye, şervanên YPG/YPJ'ê li aliyekî şer dikin, li aliyê din jî bi amûrên anîne çeperên xwe distirên, moralê didin hevalên xwe. Li eniya başûrrojhilat ku şer û êrîşên giran lê heye, komek ji şervanên YPG/YPJ'ê, li çeperên lê ne li ber tembûrê stranên bûne sembola Şoreşa Rojava distirên.
'EM Ê BI MORALA XWE RE BI SER BIKEVIN'
Şervanê YPG'ê Rohat Kobanê diyar kir ku hînê beriya saetekê li eniya ew lê ne pevçûnên dijwar qewimîne û anî ziman ku li gel dewamiya şer jî ew bi tembûr û stranên xwe moralê dide hevalên xwe. Kobanê da xuyakirin ku ya di şer de bi ser bikeve moral e û got, "Rast e, li aliyekî şer heye, lê li aliyê din em li tembûra xwe dixin û distirên. Bêyî moral şer nayê kirin. Ji bo bi ruhekî fedaî û berxwedêr şer bê kirin, pêwîstî bi moraleke mezin heye. Hûn jî dibînin, li pêş me şer heye, lê em li vir moralê didin hevalên xwe. Moralê me gelekî bilkind e." Rohat Kobanê destnîşan kir ku yê di vî şerî de bi ser bikeve, wê ew bin û got, "Em hemû şehîdan û gelê Kurdistanê silav dikin."
'EGER MORALÊ WE NE BILIND BE HÛN NIKARIN ŞER BIKIN'
Şervana YPJ'ê Serhildan jî diyar kir ku ew di nava şerekî mafdar de ne û destnîşan kir ku ne tenê di dema stranan de, di demên herî dijwar ên şer de jî moralên wan di asta herî bilind de ye. Serhlidan got, "Moralê me gelekî bilind e. Moralê hemû şervanên YPG/YPJ'ê di cih de ye. Em şer dikin û pêwîste di vî şerî de moralê me bilind be. Bêyî moral hûn nikarin şer bikin. Em di nava şerekî ku em mafdar in de ne. Lewma moralê me ewçend bilind e."