Ji bo vekirina şehîdgehê gel li Dêrsimê kom dibe
Ji bo vekirina şehîdgehê gel li Dêrsimê kom dibe
Ji bo vekirina şehîdgehê gel li Dêrsimê kom dibe
Li Dêrsimê gel ji bo vekirina "şehîdgeha" ku cenazeyên gerîlayên PKK'ê yên de demên cuda de jiyana xwe ji dest dane têde ne li hev kom bûn. Polîs û leşker rêya Dêrsim û Erzînganê ji trafîkê re girtin.
Ji bo gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn li Geliyê Pilumurê ya Dêrsimê "şehîdgeh" hat vekirin. Beriya merasîma vekirina "şehîdgehê" polîs û leşker bi wesayîtên zirxî rêya Dêrsim û Erzînxanê ji trafîkê re girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya Malacemê girtin. Leşkeran jî rêya gundê Marçikê bi wesayîtên zirxî girtin.
Li Dêrsimê tevî astengiya polîsan jî bi sedan welatî li kuçeya hunerê li hatin cem hev. Hatina gel a cihê kombûnê didome û hat ragihandin ku di seatên pêş de gel ber bi "şehîdgehê" ve bi rê bikevin.