Ji bo şervanên YPG û gerîlayên HPG’ê mewlûd
Ji bo şervanên YPG û gerîlayên HPG’ê mewlûd
Ji bo şervanên YPG û gerîlayên HPG’ê mewlûd
Ji bo şervanên YPG’ê û gerîlayên HPG’ê li bajarên Bakurê Kurdistanê mewlûd hatin dayin. Gerîlayên HPG’ê yên li Qaqizmana Qersê hatin înfazkirin hatin bîranîn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer di merasîma bîranînê de axivî û got: “Dewletê tişta ku ji bo pêvajoya çareseriyê dikeve ser milê wê pêk neaniye.”
Berxwedana YPG’ê ya li Kantona Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di roja 42’emîn de berdewam dike. Li Bakurê Kurdistanê ji bo şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane, mewlûd hatin dayin. Gerîlayên HPG’ê yên li Qaqizmana Qersê hatin înfazkirin hatin bîranîn. ParlAmenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer di merasîma bîranînê de axivî û diyar kir ku sedema van mirinan dewleta Tirk e.
KURD LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI BER XWE DIDIN
Li gundê Çulhur ê navçeya Tetwana Bedlîsê ji bo şervanê YPG’ê Yusuf Eker ê bi nasnavê Bawer Garzan mewlûd hate dayin. Bi sedan kes beriya mewlûdê li hev kom bûn û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Kobanê” meşiyan. Rêveberên HDP û DBP, endamên MEYA-DER'ê, sendîka, STK û malbata Eker tevlî mewlûdê bûn.
Serokê Şaxa MEYA-DER’ê Nîhat Karababa diyar kir ku berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye. Serokê DBP’ya Bedlîsê Mehmet Can Demîr diyar kir ku çeka Eker ji aliyê hezaran kesî ve hatiye girtin û bi hezaran li ser rêya wî dimeşin. Demîr bal kişand ser berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û destnîşan kir ku tenê Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin.
Sersaxiya ji bo şervanê YPG'ê Vahap Guven (Îbrahîm Vahap) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Qizil ê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi mewlûdê bi dawî bû.
Rêveberên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê, MEYADER, Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn. Welatiyên di ketina gund de heya ber konê bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî seroka Apo" heya ber konê sersaxiyê meşiyan tevlî mewlûdê bûn. Piştî xwendîna mewlûd û axaftinan xwarin hate belavkirin. Ji bo şervanê YPG'ê Halît Dogan (Delîl Bagok) ê ku li Qamîşlo 40 roj berê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da jî li gundê Dumirlê mewlûd hate dayîn.
BERPIRSÊ MIRINAN DEWLET E
Sersaxiyên şervanê YPG'ê Îbrahîm Erbay (Yilmaz Dihe) jî bi mewlûdê bi dawî bû. Hevşaredarên navçeyê, rêveberên DBP û HDP'ê û bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn.
Di salona sersaxiyên de alên KCK, PKK, YPG, YDG-H û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanê YPG'ê Erbay hatin daliqandin. Piştî xwendina mewlûdê xwarin hate belavkirin.
Li Wanê piştî serdana konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG’ê Habîp Koç ku tevî du hevalên xwe li navçeya Qaqizmana Qersê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatiye vedan, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer di sersaxiyê de axivî û got: “Berpirsê van mirinan hemû dewlet e. Tişta ji bo pêvajoyê dikeve ser milê dewletê pêk nayne. Jixwe ne ji ber vîna mezin a Birêz Ocalan a ji bo pêvajoya çareseriyê bûye, ji mêj ve şer destpê kiribû.”
Parlamentera HDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî axaftinek kir û sersaxî ji bo malbatên gerîlayên HPG’ê xwest. Bîrtane got: “Yên dibêjin em ê bi kuştinê gelê Kurd tune bikin xwe dixapînin. Gelê Kurd îro bi têkoşîn û berdêlên ku dane hatiye vê rojê. Hûn nikarin bi kuştinê tune bikin. Wê têkoşîna me mezintir bibe.”

