Ji bo şervanê YPG’ê Toprak serdanên taziyê didomin
Ji bo şervanê YPG’ê Toprak serdanên taziyê didomin
Ji bo şervanê YPG’ê Toprak serdanên taziyê didomin
Ji bo şervanê YPG’ê Mustefa Toprak (Şoreş Rûstem Kobanî) ku li gundê Kendar yê Girê Spî (Til Ebiyad) ser bi Rojavayê Kurdistanê di encama pevçûnên ligel çeteyên El Nusra de jiyana xwe ji dest dabû, li mezraya Bêsî Rihê serdanên taziyê didomin.
Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mustefa Toprak (Şoreş Rûstem Kobanî) ku li gundê Kendar di encama pevçûna li gel Eniya El Nusra de jiyana xwe ji dest da, serdanên li konê taziyê ê li mezraya Bêsî ya ser bi gundê Dolunayê yê Rihayê serdan didomin. Duh bisedan kesên ku li ber avahiya BDP’a Pirsûsê kombûn û di nav de Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, rêveberên BDP’a rihayê, MEYADER, Wekîla Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, Şaredarê Elîgorê Xelîl Parildar, rêveberên şaredarî û giştî ên bajar, bi karwana ber bi mezraya Bêsiyê ve çûn.
Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk sersaxî lêda û di axaftina xwe de got: “Em soz didin ku ew ala ku wana radestî me kiriye em nexin erdê. Di pêvajoya çareseriya demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hemû pêngavên pêwîstbûn bêne avêtin avêtin û dê berdewam jî bikin. Lê mixabin Erdoganê faşîst bi hemû cûre hîleyan dileyîze û pêngavan na avêje, tam berevayî destkeftiyên Kurdan ên Roja hezim nake. Bi provokasyon û leyîstokên cûda El Nusraya girêdayî El Qaîdeyê organîze dike, di ajo ser Kurdan. Em vê tucaran qebûl nakin, dê tu kes nekare tekoşîna azadiya gelê Kurd têk bibe.”