Ji bo şervanê YPG’ê Cuma Goyî li Mexmûr mewlûd

Ji bo şervanê YPG’ê Cuma Goyî li Mexmûr mewlûd

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di roja sêyemîn de ji bo şervanê YPG'ê Cuma Goyî mewlûd hat dayîn.

Jı bo şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Azad Bîlen (Cuma Goyî) ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de di 19'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da di 24'ê Cotmehê de li Wargeha Penabaren a Şehîd Rûstem Cûdî konê sersaxiyê hate vedan. Piştî du rojan serdana konê sersaxiyê, di roja sêyemîn de bi beşdarbûna sedan welatiyên wargehê mewlûd hate dayîn. Di konê sersaxiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HPG, PKK û KCK hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Beşîr axivî û wiha got: “Şehîd rêberê rêya me ne û tişta dikeve ser milê me, xwedîderketina li bîranînên wan e."

Li ser navê Rêveberiya Wargehê Sînan Herekol jî axivî û wiha got: "Nirx û asta ku îro tevgera me PKK gihayê hemû bi saya şehîdan e. Yek ji van şehîdan yek jî Cuma heval e. Xema ku malbata gerîla Cuma dijî, em gerîla û gel jî dijîn û êşa wan parve dikin."

Bavê şervanê YPG'ê Cuma Goyî Edîp Bîlen jî spasî li hemû gelê tevlî sersaxiyê û mewlûdê bû kir û wiha got:"Em spasiya we dikin ku sê roj e li ser lingan, we êşa me parve kir. Serê Serok Apo, gelê Kurd û we sax be."