Ji bo şervanê YPG'ê Azad merasîma girseyî
Ji bo şervanê YPG'ê Azad merasîma girseyî
Ji bo şervanê YPG'ê Azad merasîma girseyî
Ji bo şervanê YPG'ê Mihemed Salih (Azad) ê di 21'ê Cotmeha 2014'an de li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Qamişlo bi beşdariya bi hezaran kesî merasîmek girseyî hat lidarxistin.
Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Şervanê YPG’ê Mihemed Salih (Azad) bi amadebûna hezaran welatiyên bajarê Qamişlo merasîmek organîze kir.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mahsûm axivî û wiha got: “Ew kesên ku canê xwe fedayî welat dikin, digihijin azadiyê. Ji bo yekîtiya gelê Kurd em soz didin ku heta dawî em ê rêya şehîdan bişopînin.”
Di merasîmê de bê navbera dirûşmên “Şehîdan namirin” “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin qîrîn.
Piştre li ser navê Meclîsa bajarê Qamişlo Ekrem Silêman axivî û destnîşan kir ku di şoreşa Suriyê de weke Kurd wan xeta sêyemîn a Neteweya Demokratîk hilbijart û got, "Heya îro jî Kurd li ser xeta sêyemîn dimeşîne. Lê îro bi saya şehîdan û berxwedana gelê Kurd her kes li hurmetê nîşanî xeta gel a sêyemîn dide."
Li ser navê malbata şervanê YPG’ê Azad birayê wî Xebat axivî û 'şahadeta' birayê xwe li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir.