Ji bo Kobanê û Şengalê meşa dirêj a ciwanên Kurd
Ji bo Kobanê û Şengalê meşa dirêj a ciwanên Kurd
Ji bo Kobanê û Şengalê meşa dirêj a ciwanên Kurd
Rêxistina sîwanî ya ciwanên Kurd (Ciwanên Azad) li dijî êrîşên dagirkirina Kobanê û Şengalê, ji bajarê Elmanya Darmstadtê heta bajarê Frankfurtê meşeke dirêj lidar dixin.
Meşa dirêj a bi dirûşma "Em ji Darmstadtê ji bo Kobanê û Şengalê dimeşin", wê di 24'ê Cotmehê saet di 12:00 de li Meydana Luisen a Darmstadtê destpê bike. Ciwanên Kurd li dû meşa 30 kîlometreyî, wê li bajarê Frankfurtê beşdarî 22. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî bibin, ku roja 25'ê Cotmehê ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê organîzekirin.
Ciwanên Azad der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Şoreşa Rojava bûye taca serketinê ya têkoşîna me ya çil salan û têkoşîna tevahiya mirovahiyê. Şoreşa Rojava xwedî wê îdîa û biryardariyê ye ku pirsgirêka azadiyê ya mirovahiyê çareser bike. Ev şoreş bûye serketina têkoşîna hemû neteweyên bindest, gel û çînan a li hemberî modernîteya kapîtalîst. Lewma şoreşa Rojava serketina şaristaniya demokratîk a li hemberî şaristaniya kapîtalîst e û çepera herî giranbuha ye. Ji ber vê yekê hemû hêzên modern ên kapîtalîst nekarî xwe li vê rabigirin û êrîş kirin. Şoreşa Rojava ji bo hêzên şaristaniya demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
Ciwanên Azad dan xuyakirin ku rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ çeteyeke ku tevahiya paşverûtî, neteweperestî û meyla nokeriyê a Rojhilata Navîn temsîl dike û gotin, "Tê zanîn ku eger hêzeke bi vî rengî bi ser bikeve, wê Rojhilata Navîn derbasî serdemeke nû ya tarî bike yan jî pêşkêşî hêzên modernîteya kapîtalîst bike."
Rêxistina Ciwanên Azad ragihand ku ciwan hêza cewherî û parastina cewherî ya civakê ye û destnîşan kir ku yê berxwedanê mezin bike û bigihêjîne serketinê, ciwanên Kurd in. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mîna ku dîrok ferz dike, weke ciwanên Kurd em ê bi berpirsyariya xwe rabin, ji her demê bêtir bibin xwedî pratÎkeke xurt û van barbaran ji ser xaka xwe biavêjin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê û ciwanên şoreşger û demokratîk ên li Ewropayê dijîn dikin, ku xwedî li berxwedana dîrokî ya ji Kobanê heta Şengalê derkevin û li dijî hêzên paşverû li ber xwe bidin."
Ciwanên Azad got, "Bi taybetî DAIŞ û Selefî li Tirkiye û Ewropayê bi hêsanî xwe birêxistin dikin, ev yek rewşeke bê qebûlkirin nîne. Em bang li ciwanên Kurdistanê û ciwanên demokratîk-şoreşger dikin ku tevlî meşa me ya dirêj bibin û li dijî van polîtîkayên durû bikevin nava tevgerê."