Ji bo akademiya li Qamişlo kampanya pirtûkan
Ji bo akademiya li Qamişlo kampanya pirtûkan
Ji bo akademiya li Qamişlo kampanya pirtûkan
Ji bo Akademiya Mezopotamya ya Dîrok û Sosyolojiyê, ku berî 2 mehan li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê hat avakirin, kampanya pirtûkan hat destpêkirin.
Ji bo Akademiya Mezopotamya ya Dîrok û Sosyolojiyê, ku berî 2 mehan li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê hat avakirin, kampanya berhevkirina pirtûkan hat destpêkirin.
Xwendekarên zanîngehê bi dirûşma "Tu jî pirtûkekê diyarî Akademiya Mezopotamyayê bike" dest bi kampanyayê kirin. Bi vê kampanyayê re tê xwestin, ku bi pirtûkên ji her zimanî û her beşê re, pirtûkxaneyeke berfireh a pirzimanî ya Akademiya Mezopotamyayê bê avakirin.
Der barê kampanyayê de ji malpera "facebook/Pirtûkek bo Akademiya Mezopotamyayê – Donate a book to Mesopotamia Academy" agahiyên berfireh dikarin bên peydakirin.