Irmak: Berxwedana li Kobanê dewam dike

Irmak: Berxwedana li Kobanê dewam dike

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, mijarên di rojevê de li ser ser-bin xetê nirxand û destnîşan kir ku eger desteka ji bo Kobanê di roja destpêkê de bihata dayîn, wê şer negihaştibûya vê nuqteyê.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata li ser xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê nobedarên berxwedanê ziyaret kirin û mijarên di rojevê de nirxandin. Irmak û Ata dan xuyakirin ku berxwedana li Kobanê dewam dike û hîn ê xeteriya komkujiyê li ser gel heye.

EGER DI ROJA DESTPÊKÊ DE DESTEK BIHATA DAYÎN...

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku alîkariyên ji Kobanê re tên kirin watedar in, lê ev alîkarî dereng man. Irmak anî ziman ku naskirina statuya Kantonan bi awayekî fermî li Herêma Federal a Kurdistanê girîng e û got: "Eger ewil ji Kobanê re alîkarî hatiba dayîn şer îro berdewam nedikir." Irmak da zanîn ku berxwedana Kobanê li çar aliyê cîhanê belav bû û wiha axivî: "Berxwedana Kobanê dê bi serketinê bi encama bibe. Ti gumana me ji vê tineye. Bi vê berxwedanê re wê mijara naskirina statuya Kurdan jî bê nîqaşkirin."

'DIVÊ HER CÛRE ALÎKARÎ DEWAM BIKE'

Irmak bilêv kir ku alîkariyên ji Kobanê re tên kirin di encama berxwedana bêhema ya li Kobanê tê dayîn e û wiha pê de çû: "Hêj ti agahiyên pêşmerge gihiştin Kobanê di destê me de tine ne. Nîqaşên korîdor bê vekirin hêj berdewam dikin. Dê çawa biçin û ewlehiya wan dê çawa bê girtin. Lê hatina vê yekê ya rojevê jî girîng e. Hêzên parastina kurd bi hev re şer kirin girîng e. Heya îro perçe perçe bûn. Hev û dû şikandibûn. Lê îro yekîtiya kurdan pêş dikeve. Gelê me jî vê yekê dipejirîne. Lê nuqteyeke balkêş heye. Ligel van hemûyan şer hêj berdewam dike. Divê bala gel bikşînin ser vê yêkê. Gefên komkujiyê yên li ser Kobanê hêj berdewam dikin. Divê fikirên 'Alîkariya çakan hate kirin, pêşmerge çû û Kobanê rizgarbû' neyê kirin. Eger ev yek pêk bê û alîkarî bên qutkirin wê demê dê Kobanê bikeve. Divê her cûre alîkarî bê dayîn."

'HEMÛ CÎHAN WEKE GURÊN BIRÇÎ LI DORA KURDAN DIGERE'

Irmak destnîşan kir ku divê hemû gelê kurd û dostên gelê kurd li xeta sînor a Pirsûs û Kobanê berxwedana xwe bi hêz bidomînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tirkiye li aliyekî dibêje alîkariyê dike li aliyê din nizane çi dike. Şevê din jî leşkeran bi bombeyên gazê êrîş kirin. Divê ev hemû ji gelê me re hişyarî bin. Hemû cîhan weke gUrên birçî li dora kurdan kombûne û dixwazin êrîşê bikin. Divê gelê me vê yêkê wisa bizane. Êdî tiştê bikin nema ji ber wê alîkariyê dikin. Ji bo çavên me yên reş vê yekê nakin. Ji bo polîtîkayên xwe dikin. Hemû kes li benda Kobanê bikeve û perçe jê bikin bû. Dixwestin kurdan careke din ji xwe re bikin kole. Lê bi berxwedana Kobanê re hemû vala hatin derxistin. Ev alîkarî jî bi saya vê berxwedanê pêk hatin."

'GIRÎNG E SÎNOR VALA NEYÊ HIŞTIN'

Irmak anî ziman ku berxwedana li ser sînor bi Kobanê re bûye yek û wiha berdewam kir: "Yê ku hişt dinya têkeve nava tevgerê berxwedana li vir e. Divê gelê me vê berxwedanê biçûk nebîne. Sekna me ya li vir berxwedana Kobanê geş dike û dihêle ku bala dinyayê were ser Kobanê. Em ji vir careke din bang dikin ku divê saziyên me û gelê me ser sînor vala nehêlin. Divê bi hatina alîkariyê re kes nekeve nava rehawetê. Heta ku DAIŞ ji Kobanê neyê paqijkirin ev xeterî dê bidome. Ji ber vê yekê divê her kes tevli berxwedana li vir bibe."

'LI KOBANÊ HÊ ŞER DIDOME'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku şerê ku hêj li nava bajar didome fikaran zêde dike û got ku hêj dorpêça li ser Kobanê didome. Ata destnîşan kir ku DAIŞ bi piştgiriya hêzên navneteweyî hê jî êrîşên xwe didomîne û anî ziman ku bersiva vê yekê meşandina berxwedana bêhempa ye. Ata bal kişand ser hewldanên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ên li Hewlerê didomîne û ev tişt anî ziman: "Ya herî girîng bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em dibînin ku ev bangewazî tê bersivandin. Daxuyaniyên rexdayînê yên ji bo yekîtiya neteweyî tên dayîn û alîkariyên ku di aliyê leşkerî de tên kirin girîng in. Lê belê hê jî şer didome. Dîsa gelê Kobanê hê jî xwe di ewlehiya ku vegerin Kobanê de hîs nakin. Armanc ew e ku gelê Kobanê vegere ser warê xwe, dorpêç were şikandin û statuya kantonan were naskirin. Di encamê de têkoşîna ku hemû gel di nava rêveberiya demokratîk de xwe bi rê ve bibe tê dayîn bênavber didome û vê yekê bi hemû dewletên dinyayê bide qebûlkirine."

Ata anî ziman ku divê hemû gelên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn di nava jiyaneke bi hev re bijîn û di her şert û mercî de bir biryara xwe bi hev re bidin û mekanîzmayek bê avakirin. Ata da zanîn ku divê alîkariyên ji bo Kobanê şênbertir bibin û wiha pêde çû: "Divê êdî di aliyê vekirina korîdorê de gavên şênber bavêje. Niha korîdora ku bê vekirin û têkoşîna YPG/YPJ'ê û pêşmergeyan a bi hev re kelecanek derxistiye holê. Ev yek li Şengal û Mexmûrê ketibû pratîkê. Wê demê jî me bangewazî kiribû. Bûyerên ku ev hefteyeke li Hewlêrê rû didin divê bên bihêzkirin. Em ji hin çavkaniyan hîn dibin ku hêj pêşmerge derbas nebûne. Em di wê baweriyê de ne ku yekîtiya hêza kurdan a herçar parçeyên Kurdistanê dibê ku ji şaitiya sedsalan vegerin.