Îran zextan li ciwanên Kurd dike ku bişîne Sûriyeyê!

Îran zextan li ciwanên Kurd dike ku bişîne Sûriyeyê!

Aşkere bû ku li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê rejima Komara Îslamê daxwaz ji Kurdên ku girêdayî xwene dikin, ji bo piştgiriya rejima Esed biçin Sûryeyê şer bikin. Li aliyê din jî hinek komên Selefî li bajarê Şino dixwazin ciwanên Kurd ji bo alîkariya hêzên muxalif derbazî Sûriyeyê bikin.

Hewlên ji bo kuştina Kurdan di şerê li Sûrye de li Îranê berdewame, hate zanîn ku rejima komara Îslamî ya Îranê daxwaz ji besîcên (cerdevan) bajarê Bokanê kirine ji bo ku herin ligel rejima Beşar Esed de cihê xwe bigrin û li hember hêzên muxalifê şer bikin. Li aliyek din jî hinek komên Selefî di bin navê Îslamê de dixwazin ciwanên Kurdan bixapînin û bişînin şerê li Sûriyeyê li dijî rejima Esed şer bikin.

ÎRAN ZEXTAN LI CERDEVANA DIKE KU BIÇIN SÛRIYE ŞERÊ MUXALIFAN BIKIN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, saziya Îstixbarata Îranê li bajarê Bokanê daxwaz ji karmendên cerdevanan yên ku girêdayî dewletêne kirine ku, pêwîste hûn herin li Sûriyeyê şerê komên muxalif bikin. Hate zanîn hinek ji kesên di nava nûnerên cerdevanan de ne, vê daxwazê qebûl nekirine û diyar kirine ew ji bo wê çendê ne amadene ku biçin li Sûriyeyê şer bikin. Li ser vê biryara besîcan rayedarên Îstixbaratê ji wan re gotine ku eger vê daxaza wan bi cih neynin ew dê ji kar werin dûrxistin.

KOMÊN SELEFÎ HEWIL DIDIN CIWANÊN KURD BIŞÎNIN SÛRIYEYÊ

Li aliyek din jî ew komên xwe binavê Selefî binav dikin, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ketine nava hewldanan ji bo ciwanên Kurd bişînin Sûriye û lihimber rejima Esed bikar bînin.

Li gorî heman çavkaniyan li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê komên Selefî taybet dixwazin di meha Remezanê de ciwanan bişînin şerê li Sûriyeyê û bi propagandaya “ Herin şerê kafiran bikin”. Heman hêz dixwazin van ciwanên ku dişînin li hemberî Kurdên li Rojava bikar bînin.

Hêjayî gotinêye ku, heya niha rejima Komara Îslamî jimarek zêde pasdar û kesên girêdayî xwe şandine Sûriye û gelek ji van pasdarane jî di şerê li Sûriyeyê de hatine kuştin. Li aliyê din jî komên Selefî gelek kesan dibin navê Îslamê de bi banga “Herin şerê kafiran bikin” şandine Sûriye û şerê ku li Sûriye heye aloztir kirine.

Ev jî di heman demê de li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê cemaeta Fethulla Gulen û rêkxistina El Qaîde bi alîkariya dewleta Tirkiye û li Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê hinek komên ku alîgirên van komên çetene, ciwanên Kurd di bin navê Îslamê de dişînin Rojavayê Kurdistanê li hember Kurdan bikartînin.