HPG’ê li Şengalê li hember çeteyan operasyon li dar xist
HPG’ê li Şengalê li hember çeteyan operasyon li dar xist
HPG’ê li Şengalê li hember çeteyan operasyon li dar xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê sibeha 2’ê Mijdarê li hember çeteyên DAIŞ operasyonek li dar xist. Di operasyonê de gelek çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (NRÇ-HPG) diyar kir ku 2’ê Mijdarê li gundê Solak ê girêdayî Şengalê li hember Girê Karker û herêma çiyê ya çete lê ne gerîlayan operasyonek dan destpêkirin, di operasyonê de gelek çete hatine kuştin. NRÇ HPG ev agahî dan: “Sibeha 2’ê Mijdarê li gundê Solak ê girêdayî Şengalê li hember Girê Şehîd Karker û li hin herêmên çiyê yên çete lê ne, gerîlayên me operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Ev operasyon heta saet 15.00’an dewam kiriye. Di encama vê çalakiyê de sê çeteyên ku ji aliyê me hatiye zelalkirin hatine kuştin û mirî û birîndarên çeteyan zêdetir in. Deverên ku çeteyên DAIŞ lê bicihbûne bi temamî hatine paqijkirin.”
NRÇ HPG diyar kir ku 3 hewan, 1500 guleyên BKC , 250 guleyên Keleşnîkof, 2 dûrbînên şevê 2 dûrbînên bi roj, 6 bombeyên destan û gelek kelûpel hatine desteserkirin.