Hikûmeta AKP’ê di benda hilbijartinê de bi israr e!

Hikûmeta AKP’ê di benda hilbijartinê de bi israr e!

Hikûmeta AKP’ê hedef dike ku pakêta xwe ya ‘demokratîkbûnê’ ya der barê pêngava duyemîn ya pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, beriya cejnê zelal bike. Lê ev pakêta ku jê ‘pakêta demokratîkbûnê’ tê gotin ku daxwazên wekê daxistina bendavan têde nîne.

Li gorî nûçeya NTV’ê pênûmeya pakêta demokratîkbûnê vê hefteyê dê ji serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan re bê pêşkêşkirin.

Hate hînbûn ku di pakêtê de daxwazên sereke yên wekê daxistina bendvan cih negirtiye û di kanûna hilbijartinê de guherin hatiye kirin û  partiyên di bin bendavê de dimînin jî dê alîkariya xezîneyê bê wan bê kirin. Li gorî çavkaniyên nêzî BDP’ê ji ber sedema bendava hilbijartinê ji berk u bi endamên serbixwe tevli hilbijartinan dibin, nayê payîn ku ji sererastkirinê fêdeyê bigirin. Ji ber vê jî ev lîstikeke nû ya li BDP’ê tê nirxandin.

AHMET TURK: EV KEMÎN E

Hevsrokê KCD’ê Ahmet Turk ji rojnameya Radîkalê re axivî û got: “Niha hikûmet dibêje em benda hilbijartinê ranakin. Ev ferasetek çawa ye. Di bin bendavê de bimînin jî, dê alîkariya aborî bidin partiyan. Ev kemîne. Em wek BDP’ê serbixwe dikevin hilbijartinan. Ji berk u bend heye. Wê demê dîsa j ime re alîkarî nîne.