Heyeta Rojava çû serdana partiyên Rojhilat
Heyeta Rojava çû serdana partiyên Rojhilat
Heyeta Rojava çû serdana partiyên Rojhilat
Heyeta Rojavayê Kurdistanê çû serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê yên Rojhilatê Kurdistanê. Di hevdîtinê de bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û banga xurtkirina yekîtiya neteweyî hate kirin.
Heyeta Rojavayê Kurdistanê ku ji nûnerên TEV-DEM, Rêveberiya Xweser a Kantonên Rojava û ENKS’ê pêk tê, piştî ‘Lihevkirina Duhokê’ dest bi serdanên li Başûrê Kurdistanê kir. Heyet piştî li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî ya Civaka Demokratîk û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) çû serdana partiyên Rojhilatê Kurdistanê.
Heyeta Rojavayê Kurdistanê hevdîtin bi her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê yên Rojhilatê Kurdistanê. Di hevdîtinê de bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û banga xurtkirina yekîtiya neteweyî hate kirin. Partiyên Rojhilat piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Kobanê û Rojava nîşan dan.
Hate ragihandin ku wê heyet vegere Hewlêrê û ji wir jî biçe Rojavayê Kurdistanê.