Heyeta ji Ewropa hat berxwedêrên nobetê ziyaret kir

Heyeta ji Ewropa hat berxwedêrên nobetê ziyaret kir

Heyeta Ewropî ya ji bo rewşa Kobaniyan ji nêz ve dişopîne hat Pirsûsê, kesên nobeta berxwedana digirin ziyaret kir.

Danê sibehê heyeta Ewropî ya hat Pirsûsê piştî hevdîtinên xwe yên li navçeyê berxwedêrên nobetê yên bûne parçeyek ji berxwedana Kobanê ziyaret kirin. Cîgirê Serokê Partiya Çep a Ewropa ya Elman Tobias Plfueger, Sekreterê Giştî Paolo Ferrero yê Îtalyan, Parlamenterê Tifaqa Sor-Kesk Nîkolaj Vîllmunsen û Parlamentera Kaolîsyona Çep a Radîkal a Yewnanistan (Syriza) Nantîa Valavanî, Şêwirmendê dîplomatîk Evangelos Kalpadakîs, Serokê Partiya Çep a Ewropa û Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransa (FKP) Pîerre Laurent, Berpirsiyara Karên Navneterweyî a FKP’ê Lydia Samarbash û endamê Pêwendiyên Navneteweyî ya FKP Sylvîe Jan ku di heyetê de cih digirin piştî hevdîtina bi rêveberên DBP’ê û endamên maseya krîzê ya navçeyê derbasî gundê Mehser û Mîseynter ên çalakiya nobetê lê didome bûn.

Endamên heyeta bi çalakvanan re hevdîtin pêk anî ji bo rewşa Kobanê bibînin bi dûrbînê li eniya rojhilat a Kobanê nihêrîn.