Heyeta HDP'ê: Nivîsa li Yeni Şafak bi temamî ne rast e
Heyeta HDP'ê: Nivîsa li Yeni Şafak bi temamî ne rast e
Heyeta HDP'ê: Nivîsa li Yeni Şafak bi temamî ne rast e
Heyeta HDP'ê destnîşan kir ku îdîayên di nivîseke rojnameya Yeni Şafakê de hatiye weşandin derew in û got, "Hevdîtinên heyeta me bi hikûmetê re kiriye û xisûsên aniye ziman, mixabin ji rastiyê dûr hatine berevajîkirin û nîşandan." Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hatiye îdîakirin ku di hevdîtina me ya bi Serokwezîr re 'me garantî daye ku wê çalakî heta 15'ê Cotmehê werin rawestandin'. Neçarîtî û erka heyeta HDP'ê tineye ku ji aliyê bicihkirina ewlekariya gelemperiyê ve li ser navê KCK'ê sozê bide kesî."
'ERKA ME NÎNE LI SER NAVÊ KCK'Ê SOZÊ BIDE'
Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken tevî Parlamenterê StenboLê Sirri Surreya Onder, der heqê gotareke rojnameya Yeni Şafak a li ser wan de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Heyeta HDP'ê got, "Hevdîtinên heyeta me bi hikûmetê re kiriye û xisûsên aniye ziman, mixabin ji rastiyê dûr hatine berevajîkirin û nîşandan" ev xal destnîşan kir: "Hatiye îdîakirin ku di hevdîtina me ya bi Serokwezîr re 'me garantî daye ku wê çalakî heta 15'ê Cotmehê werin rawestandin'. Neçarîtî û erka heyeta HDP'ê tineye ku ji aliyê bicihkirina ewlekariya gelemperiyê ve li ser navê KCK'ê sozê bide kesî. Di mijarên li ser ewlekariya gelemperiyê de Heyeta HDP'ê, li gorî berpirsyariya dikeve ser milê xwe, pêşî li ragihandina peyamên aliyan vekiriye. Ne rast e ku ev yek weke 'HDP'ê sozên daye bicih neanî' bê nîşandan."
'ME NEXŞEYA RÊ PÊŞKÊŞÎ KCK'Ê NEKIR'
Heyetê diyar kir ku wan hînê ji destpêkê ve gumanên xwe yên li ser polîtîkayên AKP'ê bi hikûmetê re parve kirine ku ev polîtîka dikare rê li ber bûyerên cidî yên civakî li nava Tirkiyeyê veke. Heyetê da zanîn ku wan bi awayekî zelal bilêv kirine, 'eger mekanîzmayên li ser mijara Kobanê û pêvajoya çareseriyê bi lezgînî bikevin meriyetê, wê hem bêbaweriya li nava civakê hem jî nerazîbûna civakî kêm bike, pêvajoyê asayî bike'. Heyetê diyar kir ku wan bi awayekî zelal ragihandine, ji bo avakirina mekanîzmayên pêwîst amade ne bi hevparî tevbigerin û ev xal destnîşan kir:
"Li aliyê din, îdîayên ku dibêjin di serdama me ya Qendîlê ya beriya niha de, me nexşeya rê ya hikûmetê pêşkêşî KCK'ê kirine û KCK gihaştiye mutebakatê, bi temamî ne rast in.
Beriya her tiştî em dixwazin vê bêjin, ku ya ji heyeta me re hatiye dayîn nexşeya rê nîne, pêşnûmeyeke ji rûpelekê ye ku sernavên xebata nexşeya rê ya hikûmet dibêje ew amade dike. Ev pêşnûmeya ji yek rûpelî, di 16'ê Cotmehê de rastî heyeta me hatiye kirin. Heyeta me (piştî du rojan) di 18'ê Cotmehê de di serdana li Qendîlê de ev pêşnûemya ji rûpelekî radestî rayedarên KCK'ê kiriye. Rayedarên KCK'ê rexne kirin ku nexşeya rê bi awayekî berfireh pêşkêşî HDP û pêşkêşî wan nehatiye kirin. KCK'ê da xuyakirin ku ew ê nêrînên xwe yên li ser pêşnûmeyê, piştî nirxandinên pêwîst ji heyeta me re ragihîne."
'ZIMANÊ HIKÛMETÊ Û MEDYAYÊ NE LI GORÎ PÊVAJOYÊ YE'
Heyetê diyar kir ku piştî serdana Qendîlê wan bi rayedarên hikûmetê re hîn ê hevdîtinek nekirine û got, "Li gel van rastiyan, nûçe û şîroveyên derveyî rastiyê ku heyeta me sûcdar dikin, naveroka hevdîtinan bi awayekî dûrî ji rastiyê bi berevajîkirinê nîşan didin û raya giştî bi awayekî şaş agahdar dikin, xizmetê ji pêvajoya çareseriyê re nakin. Çi hikûmet çi jî medya, zimanê wan ne li gorî pêvajoyê ye."
"Girîng e di vê mijarê de hesasiyeta pêwîst were nîşandan, raya giştî bi awayekî rast bê agahdarkirin. Ev yek ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî girîng e."