Heyeta Awûstûryayê: Em li cem Kobanê û Kurdan e

Heyeta Awûstûryayê: Em li cem Kobanê û Kurdan e

Partiya Demokrat a Sosyal, Partiya Keskan û Parlamenterê Partiya Gelan a Awûstûryayê ji bo piştgiriya ji Kobanê re hatin Pirsûsê û peyama ‘Em li cem gelê Kobanê û gelê Kurdin’ dan.

Piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê ku ket roja 44’an didome. Parlamenterê Partiya Demokrat Sosyal a Awûstûryayê bi armanca piştevaniya ji gelê Kobanê re hat Pirsûsê. Sefîrê Mezin ê Awûstûryayê yê Enqereyê Kurt Radner, Serokê Partiya Sosyal Demokrat Andres Schîcder,  Parlamentera Partiya Keskan Berîvan Aslan, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat  Pfurt Scheller û pisporê Kurdolojiyê Nîkî Kuntrath jî di nav de heyet ji aliyê parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz, endama lijneya îcraya KCD’ê Feleknas Uca, Serokê DBP’ê Celalettîn Erkmen û rêveberên DBP’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Heyet çû avahiya DBP’ê û li vir bi Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî û rêveberên Kantonê re hatin cem hev. Heyetê ji Efendî agahiyên der barê Kobanê de girtin û gotin ku ew ê li cem gelê Kobanê û gelê Kurd bin.

Serokê Komeleya Piştevaniya bo Rojava Farut Tali lîsteya hewcedariya sivîlên Kobanê da heyetê û heyetê diyar kir wê alîkariyê bidin. Heyet çû serdana şaredariyê û li vir bi Hevşaredar Zuhal Erkmen re hatin cem hev.