Hewlêr û Tirkiyeyê hevpar şîrketa rêya hewayî avakir

Hewlêr û Tirkiyeyê hevpar şîrketa rêya hewayî avakir

Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi şîrketa Atlasjet ya Tirk re hevkarî kir û şîrketa binavê Zagrosjet ya rêya hewayî avakir.

Serokê Lijneya Îcrayê ya Atlasjetê Samî alan got, Zagrosjet ji sedê 50-50 hevpar li gel Malbata Barzanî hatiye avakirin û got: “Heya niha şîrketekî rêya hewayî ya navend Erbîl tune bû. Ev herêma ku bilez mezin dibe, em dê ji cîhanê re vekin.”

Alan destnîşan kir ku, razemenî bi biraziyê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Mûstefa Barzanî re pêkanîne û destnîşan kir ku, “Ji herêmê ji bilî firînên bo Tirkiyeyê, dê biçin Ewropa û Asyayê jî. Armanca me ewe ku di plana yekem de heya dawiya salê bifirin 7-8 noqteyan. Piştî wê em dê vê hêjmara zêde bikin.”

Hate hînbûn ku, Zagrosjet yekem firîna navnetewî serê meha Îlonê pêkbînin.