Heta Kobanê azad bibe em ê li ser sînor bin!

Heta Kobanê azad bibe em ê li ser sînor bin!

Li gel hewa sar jî nobeda berxwedanê ya li ser sînor dewam dike. Welatiyên li nobeda berxwedanê, ku dema ji ber nobeda li ser sînor dimîne di binê konan de derbas dikin, dibêjin, "Heta Kobanê azad bibe em li vir in, em naçin di cihî."

Berxwedana şervanên YPG/YPJ a li dijî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê di meha duyemîn de dewam dike. Li navçeya Riha Pirsûsê jî, nobeda li ser sînor li gel hewa sar û mercên zehmet jî bênavber dewam dike. Tevî êrîş û gefên leşkeran jî, mirov ji ser sînor naçin û çalakiyên li gundên Mehser û Miseynterê her roj ji aliyê bi dehan komên ji ber beşên cuda yên civakê ve tên ziyaretkirin. Girseya gel a li nobeda berxwedanê, li gel çavdêriya sînor, di bin konan de dicivin û mijarên di rojevê de dinirxîne.

Naîf Aslan ê ji navçeya Riha Wêranşarê hatiye û nêzî meheke tevlî nobeda berxwedanê bûye, da xuyakirin ku çalakiya nobedê wê dewam bike û destnîşan kir ku heta li ser rûyê erdê Kurdekî/e bi tenê bimîne, berxwedana li Kobanê wê dewam bike.

Kader Sakli a sedema hatina ser sînor weke "bicihanîna berpirsyariya wijdanî û cihgirtina li cem gelê xwe" bi nav dike, ji Bûrsayê tevlî çalakiya nobedê dibe. Sakli got, "Her roj mirov jiyana xwe ji dest didin. Her roj bi tirsa bihîstina şehadeta hevalên li wir, ji xew radibim û dest bi rojê dikim. Belê şert û merc zehmet in. Zivistanê destpê kir. Lê belê eger pêwîst bike heta Kurdistan azad bibe em ê li vir bin. Dibe ku pêwîste be em salekê li vir be, yan jî deh salan. Lê em ê li vir bin. Heta em bigihêjin armanca xwe."

'BI BERXWEDANÊ WÊ LÎSTIK JI HEV BÊN BELAVKIRIN'

Besîm Ozgun a dibêje ji navçeya Riha Wêranşarê hatiye anî ziman, ku yên li Kobanê dijîn û li ber xwe didin xizmên wan e û destnîşan kir ku heta Kobanê bi temamî azad bibe, ew ê nobeda xwe dewam bikin. Ozgun ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo êrîşî destketiyên Kurdan bikin derketine ser dikê û got, "Kurd bi tecrûbeya xwe ya bi salan, di haya lîstikên tên lîstin de ne. Bi berxwedanê re ev hemû lîstik wê ji hev bên xistin."

'BOMBE JÎ LI SER ME BIBARE EM Ê NEÇIN'

Orhan Aslan ê dibêje, "Ne baran, kevir û bombe jî li ser herêma em lê nobedê digirin bibare jî heta gelê me ji êrîşan rizgar nebe em ê neçin ti cihî" û bang li hemû Kurdan kir ku tevlî vê berxwedana mezin bibin.

Li aliyê din ji bilî gundên Mehser û Miseynterê ku lê nobed tê girtin, şêniyên gundê Elîzêr, Bedhê, Qop, Dewşen, Zehwan, Etmanek, Boydê, Swêdê, Kolik ên li ser sînorê Kobanê bi sîstemeke bi xwe ava kirine re, xeta sînor ewle dikin.