Hestiyê Seyhan...

Hestiyê Seyhan...

Di 29'ê Cotmeha sala 1995'an de dema 72. salvegera Komara Tirkiyê dihat pîrozkirin, li navçeya Mêrdîn Kerboranê, amadekariya yek ji komkujiyên xerca komarê ye, dihat kirin.

Şeva 29'ê Cotmehê, leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê avêtin ser gelek malan. Yek ji wan malan jî ya malbata Dogan bû. Malbatek ji 11 xuşk û birayan bû. Lê belê mêrên malbatê li çar aliyan belav bûbûn. Wê şevê, li qatê jêrîn ê malê dê û bav û li qatê jorîn jî sê xuşk û bira radizan.

Bi lêdanê, li deriyê malê xistin. Seyhan Dogan ê 13-14 salî, dema ji bo vekirina derî daket jêrê, ji ber projektora dabûn çavê wî tiştek nedît. Bi lez û bez hat binçavkirin. Li ser wî bi tenê atletek hebû. Nehiştin ew kincan jî li xwe bike.

Wê şevê li Kerboranê avêtin ser malên 7 malbatan. 4 jê xwendekarên dibistana amadeyî, 7 kes hatin binçavkirin.

Haznî Dogan, sibeha piştre dema di şûna Seyhan de ji bo şivaniyê bike derket derve, destpêkê lêdan xwar, dûre jî ew birin Fermandariya Tabûra Kerboranê.

Ji xwe ji wê dojehê bi tenê Haznî bi saxî derket.

Seyhan Dogan (13), Abdûrrahman Coşkûn (18), Abdûllah Olcay (21), Mehmet Emîn Aslan (18), Nedîm Akyol (13), Davût Altûnkaynak (12) û Suleyman Seyhan (58) bi êşkencê hatin kuştin.

Cesedê Suleyman Seyhan jî piştî salekê hat dîtin.

DAYIKÊ JÎ ÊŞKENCE DÎT

Piştî bûyerê dayikê Asiye, daxwazname da dozgeriyên Kerboran û Midyadê. Lê belê di her vegera ji dozgeriyê de hat binçavkirin, ew birin Tabûra Kerboranê û jê hat xwestin ku dev ji lêgerîna kurê xwe berde.

Dayik jê venegeriya, çû Amedê ji rojnameya Ozgur Gundemê û piştre jî ji MED TV re behsa bûyerên hatiye serê xwe kir û got, "Ez giliyê dewletê dikim, kurê xwe dixwazim."

Daxwazname da Dozgeriya Amedê. Dayik piştre ji nişka ve wenda bû. 25 rojan haya kesî ji dayik Asiye Dogan nebû. Dema li kolanan hat dîtin jî, ji ber êşkenceya lê hatibûkirin nekarî bipeyiviya. Dayik Asiye Dogan li Fermandariya Alayê ya Mêrdînê di binê erdê de li cihekî sar 25 rojan hatibû ragirtin.

SIRGUNA DUYEMÎN

Malbata Dogan ku berê ji ber şewitandina gundê wan li Kerboranê bicih bû, ji ber hovîtiya duyemîn, berê xwe da Stenbolê. Dayik Asiye Dogan li Stenbolê jî li kurê xwe geriya. Vê carê li qadên Şemiyê têkoşîna xwe dewam kir.

EMRÊ WAN TÊRA DÎTINA HEV NEKIR

Dayik Asiye, di sala 2000 de, di salvegera binavçkirina kurê xwe Seyhan de çavên xwe li jiyanê girt.

Li dû dayikê, vê carê bav Remezan Dogan nobed dewir girt. Lê belê wî jî aqûbeta kurê xwe kifş nekir û di 24'ê Tebaxa sala 2010'an de çû ser dilovaniya xwe.

Emrê dê û bav têrê nekir ku qet nebe gora kurê xwe bibînin.

'EZ LI HESTIYÊN KURÊ XWE DIGERIN'

Dema Dayikên Şemiyê ji Serokwezîr Erdogan hat bipirsîn Erdogan got, "Ez nizanim çi dikin, Dayikên Şemiyê ji aliyê hin kes-derdoran ve tên bikaranîn." Ji vê peyva Erdogan bersiva herî baş bav Remezan li Qada Şemiyê dabû:

"Ez Remezan Dogan. Bavê Seyhan Dogan ê di binê çavan de hat wendakirin im.

Di 29'ê Cotmeha sala 1995'an de saet di 03.00 ê şevê de, di dema serdegirtina mala me ya li Kerborana Mêrdînê de, leşkeran kurê min Seyhan Dogan ê 13 salî û birayê wî Haznî yê 9 salî kirin binçavan. Heman piştî bûyerê hevsera min Asiye Dogan çû tabûra li Kerboranê û pirsa "Zarokên min li ku ye?" kir. Jê re gotin "meraq neke, ewê werin". Hevsera min rojek piştre çû tabûrê vê carê jî jê re gotin, "Me zarokên te berdan, çûn malê, careke din nehatin."

Piştî çend rojan kurê min Haznî yê 9 salî serbest berdan. Haznî her tiştên hat serê wan, ji me re got. Êşkence li zarokan kiriye, êşkenceya "Fîlîstînê" li wan kiriye. Lê piştre me haya me ji Seyhan çê nebû. Dayika wî her roj li Seyhan dipirsî, daxwazname dida. Dema lê nêrîn ew dest ji lêgerînê bernade, ew jî kirin binçavan û 11 rojan haya me ji wê jî çê nebû. Dema di bin çavan de bû êşkenceyên giran dît û tenduristiya wê xera bû. Bi gotina Seyhan mir. Berê ew dihat Galatasarayê. Niha di şûna wê de ez têm.

Bêyî haya me jê çê bibe, di nifûsê de nivîsandine ku Seyhan miriye. Di şûna ku Serokwezîr me sûcdar bike, bila yên ev nivîsandiye lêkolîn bike. Kurê min hînê zarok bû, ji hembêza me girtin û birin. Eger Serokwezîr nizane ku ez çi dikim, ez jê re bêjim; Ez li hestiyên kurê xwe digerim..."

Malbatê dis ala 2009'an de careke din dest bi têkoşîna huqûqî kir. Parêzer Eren Keskîn li ser navê malbatê bi daxwaznameyeke ji nû ve serî li Dozgeriya Kerboranê da. Di vê çarçoveyê de bi fermana dozgeriyê, polîsan îfadeya Haznî Dogan girtin.

Li gundê Bogazozu di Sibata sala 2012'an de xebatên kolandinê hatin kirin. Malbata bi destê xwe kolandin û li hestiyên mirovan rast hatin. Li ser hestiyan şopa şewatê û di bîra hestî tê debûn de parçeyên êzingan hatin dîtin. Ev yek îthimala ku hatibin şewitandin, xist rojevê.

HESTIYÊN MEHMET EMÎN Û SEYHAN HATIN DÎTIN

Hestî ji bo testa nasnameyê ji Saziya Tipa Edlî re hatin şandin û nûçeya yekemîn a li ser mijarê di Gulana par de hat. Nasnameya Mehmet Emîn Aslan hat kifşkirin. Di meha Tîrmehê de jî eşkere bû ku yek ji hestiyan jî yê Seyhan Dogan e.

WÊ BIGIHÊJIN HEV

Piştî 18 salan, dê Asiye û bav Remezan wê bigihêjin zarokê xwe Seyhan. Piştî ku Saziya Tipa Edlî hestiyan teslîmî malbatê bike, wê merasîma cenaze were kirin.

KUJER LI KU NE?

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, di çarçoveya lêpirsîna sala 1999'an de fezlekeyek amade kir û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand.

Di fezlekeyê de, Fermandarê Tabûra Kerboranê Hurşît Îmren, Fermnadarê Jendermeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre, ji Fermandariya Jendermeyan a Kerboranê Fermandarê Yekîneya Navendî Mahmût Yilmaz, çawişê pispor Kerîm Şahîn û cerdevan Naîf Çelîk, Mudurê Şaxê Îstîxbaratê ya Mêrdînê Mûhammet Demîrel, weke gumanbar cih girtin.

Gumanbar bi gunehên "rêxistina çekdarî ava kirin, endamên rêxistina çekdarî ne, di çarçoveya xebatên rêxistinê de bi zanebûn mirov kuştine, rê li ber kuştinê vekirine û azadiya mirovan binpêkirin" tên sûcdarkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya Haznî Dogan hat girtin. Lê belê hînê îfadeya Şaredarê DP'yî yê Bajarokê Gumuşluk ê Bodrûmê Mehmet Tîre û Şaredarê CHP'yî yê Bajarokê Cepnî yê Sêwasê Hurşît Îmren, nehatiye girtin.

Di pêvajoya çareseriyê de ku herî zêde bal tê kişandin ser "rûbirûbûn" "û heqîqatê", hestiyên Seyhan li benda rûbirû bûnê ne.