Hemo: Pêwîstiya YPG’ê bi çekên giran heye
Hemo: Pêwîstiya YPG’ê bi çekên giran heye
Hemo: Pêwîstiya YPG’ê bi çekên giran heye
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got ku pêwîstiya hêzên YPG’ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin bi çekên giran heye. Hemo diyar kir ku divê hêzên navneteweyî vê yekê bibînin û çekên pêwîst ên ji bo hêzên YPG’ê bişînin.
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo bi rêya telefonê tevlî bernameya Bûyer a Ronahî TV bû û bi bîr xist ku ev 42 roj in berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Hemo destnîşan kir ku ev berxwedan dîrokekê dinivîse û diyar kir ku hîna jî êrîşên çeteyan berdewam dikin. Hemo diyar kir ku êdî hêviya çeteyan a ji bo serkeftinê hatiye şkandin.
Hemo ragihand ku li hemberî hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hêzên YPG/YPJ bi qehremanî li ber xwe didin û berxwedanek bêhempa dimeşînin. Hemo berxwedana hêzên YPG’ê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şkandine. Hemo destnîşan kir ku desteka hewayî ya hêzên navneteweyî girîng e û diyar kir ku lê ev alîkarî dereng maye.
Hemo got: “Em bi çekên xwe yên ferdî yên di destê me de şereke mezin ê leşkerî li dijî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê dimeşînin û em ê bi ser bikevin jî. Lê ji bo em bikarin DAIŞ’ê bi temamî bişkînin û ji herêmê derxin, mixabin çekên pêwîst tune ne. Hêzên navneteweyî divê vê yekê bibînin û çekên giran ên pêwîst ji YPG’ê re bişînin. Divê dewleta Tirk li pêşiya vê yekê nebe asteng.”