Hejmara girtiyên li Dêrikê bû 18
Hejmara girtiyên li Dêrikê bû 18
Hejmara girtiyên li Dêrikê bû 18
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, 3 kesên bi îdîraya beşdarî protestoyên Kobanê bûne hatin binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hat girtin.
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, serdegirtinên polîsan, binçavkirin û girtinên bi îdîa li hemberî kesên beşdarî protestoyên Kobanê bûne hat destpêkirin, îro jî dewam kirin. Mucahît Yukler, Dogan Demîr û Bûrhan Demîr ên îro danê sibê ji bo dayîna îfadeyê bang li wan hat kirin ku bên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, piştî wergirtina îfadeyê, derxistin pêşberî dozgeriyê. Li dû îfadeya dozgeriyê, her sê kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" her sê kes hatin girtin.
Bi vî rengî hejmara kesên li Dêrikê hatin girtin derket 18'an.