Hatîp Dîcle: Êrîşa li Çewlikê bi guman e

Hatîp Dîcle: Êrîşa li Çewlikê bi guman e

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, li Çewlikê kuştina endamekî Huda-Par’ê wek provokasyon nirxand û got, “Di demeke ku li Amedê tevayî rêxistinên civaka sivîl di dewrê de ne, û bi Huda-Par’ê re yekser û neyekser diyalog didomin, hê jî ku nûçeyên êrîş û kuştinan tên çavkaniyeke cidî ya gumanan e.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê Hatîp Dîcle têkildarî kuştina endamekî Hud-Par’ê li Kanîreş a Çewlikê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dîcle got, “Di encama polîtîkayên şaş ên hikûmeta AKP’ê de bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ku gelek navend veguherand cihê êgir bi esasî di encama mudaxeleya Birêz Ocalan de bi dawî bûn, ji aliyê tevayî raya giştî ve tê zanîn. Ji wan rojên bi êş ve ku hin organên medya wek pevçûna PKK-Hizbullah sor dikin, ji bo rê li ber çalakiyên tarî yên nû veneke di aliyê pêşdexistina pêvajoya çareseriyê de em helwesta tevayî partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl teqdîr dikin. Çi peyamên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmrali şandin, çi jî peyamên ji rayedarên KCK’ê hatin wergirtin, dide nîşandan ku polîtîkayeke KCK’ê ya Huda-Par’ê dike hedef an jî wê bi çeteyên DAIŞ re yek digire nîne û di demeke ku KCD û tevayî rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê di dewrê de ne û bi Huda-Pr’ê re yekser û neyekser diyalog didomin, hê jî ku nûçeyên êrîş û kuştinan tên çavkaniyeke cidî ya gumanan e.

Hatîp Dîcle ku bûyera endamê Huda-Par’ê  Fethî Yalçin ê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da nirxand got, “Vê sibehê endamê Huda-Par’ê Fethî Yalçin ku li Kanîreşê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da û birayekî Yalçin jî rêveberê navçeyê yê HDP’ê ye gumanên me zêde kirine ku ev bûyer bi kontrol an jî ji aliyê hêzên tarî bi armanca provokasyonê di dewrê de ne. Em ji Fethî Yalçin ê jiyana xwe ji dest daye ji Xwedê rehmê, ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Em bi hurmet ji raya giştî re radigîhin ku di vê pêvajoyê de em her cure şidetê şermezar dikin.”