Gur ê HDP'yî ji Davûtoglû pirsî: Hûn ê li dijî DAIŞ'ê tedbîran bigirin?

Gur ê HDP'yî ji Davûtoglû pirsî: Hûn ê li dijî DAIŞ'ê tedbîran bigirin?

Parlamenterê HDP'ê Gur, gumanên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê DAIŞ'ê ve, bibîr xist û destnîşan kir ku Hikûmeta Tirk toleransê nîşanî DAIŞ'ê dide. Gur ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî ku wê der heqê mijarê de tedbîran bistîne yan na.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, der barê bikaranîna çekên kîmyewî li bajarên sînor de, pêşniyar pirsek pêşkêşî parlamentê kir û xwest Serokwezîr Ahmet Davûtoglû bersiva wê bide.

'DAIŞ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR TÎNE, TIRKIYE TOLERANSÊ NÎŞAN DIDE'

Gur da xuyakirin ku êrîşên çeteyên rêxistina terorê ya dijminê mirovahiyê DAIŞ a li hemberî Kobanê ev 2 sal in dewam dikin û zêdeyî 35 roj jî bi armanca tinekirinê bi çekên giran dor li bajêr hatiye girtin û got, "DAIŞ a ku bi alîkariya êrîşên hewayî yên Hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞ'ê re pêşî li pêşveçûna wê hatiye girtin, bi topên hawanê navenda bajêr bombebaran dike û hînê gefeke cidî dixwe. Gelek gumanên cidî hene ku hin çekên di 21'ê Cotmehê de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine bikaranîn, bombeyên kîmyewî ne. Gelek caran agahî gihaşt ber destê me ku li şûna birînên fîşek an jî parçeyên bombeyan, gelek mirov bi birînên ji ber kîmyewî yan jî biyolojîk rakirine nexweşxaneyan."

'HÛN Ê MALZEMEYÊN XWEPARASTINA JI ÇEKÊN KÎMEYEWÎ BIŞÎNIN JI YPG'Ê RE?'

Gur bal kişand ser nîqaşên li ser toleransa Hikûmeta Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê û bersiva van pirsan ji Davûtoglû xwest:

"Li hemberî bombeyên ku DAIŞ'ê avêtiye nava sînorên Tirkiyeyê, çima di çarçoveya pîvanên we yên angajmanê de qat bi qat zêdetir bersiv jê re nehatiye dayîn? Gelo pîvanên we yên angajmanê bi tenê ji bo rejîma Esad derbas dibin?

Gelek gumanên cidî derketine holê ku di bombeyên DAIŞ'ê avêtine bajarê Kobanê de madeyên kîmyewî hene. Di vê mijarê de, weke hikûmetê we heta roja îro ti tedbîr stendine?

Eger bê piştrastkirin ku DAIŞ'ê çeka kîmyewî bikar aniye, hûn ê tedbîrên bi çi rengî li hemberî DAIŞ'ê bigirin?

Hikûmeta we difikire ku ji hêzên YPG'ê yên li Kobanê û herêmên din şer dikin, kinc û malzemeyên din ên pê karibin xwe li hemberî çekên kîmyewî biparêzin, bişîne?

Di rewşeke ku tevahiya cîhan di mijara destekkirina PYD û YPG'ê de li hev kirin e de, çima hikûmeta we ji aliyê vekirina korîdora alîkariya însanî ve ewçend giran tevdigere?"