'Goristana Şehîdan a Doktor Baran û Besê' hate vekirin

'Goristana Şehîdan a Doktor Baran û Besê' hate vekirin

Li Dêrsimê “Şehîdgeha Doktor Baran û Besê” hat vekirin.

Li Dêrsimê merasîma vekirina "Şehîdgeha Doktor Baran û Besê" ku du roj in ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin, îro hate lidarxistin. Di merasîmê de malbatên şehîdan û endamên partiyê amade bûn. Di "Şehîdgeha Doktor Baran û Besê" de cenazeyên 99 gerîlayên PKK/HPG û 5 gerîlayên TIKKO/TKPML û kesên ku di Komkujiya 38’an a Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane hene.

Piştî rêzgirtinê, navên 104 gerîlayan yek bi yek hatin xwendin. Piştre malbatan qurnefîlên sor danîn ser gorên gerîlayan.