Gola dîrokî bi vî awayî zûha bû

Gola dîrokî bi vî awayî zûha bû

Li navçeya Wan Erdîşê, gola Ezikê ku dîroka wê dirêjî Ûrartûyan dibe, ji ber erhejê çavkaniyên wê yên avê cih guherandin û zûha bû. Serokê Çev-Derê Alî Kalçik banga berpirsyarî û pêwendiyê li rayedarên DSÎ kir.

Gola Ezikê ya li gundê Ezik a navçeya Erdîşê ku dîroka wê digihêje Ûrartûyan, ji ber xemsariyê zûha bû. Gola ku bi tinebûnê re rû bi rû ye, demekê 10-12 hezar donim erdên 3-5 gundan av dida.

Serokê Komeleya Hawirdorê (Çev-Der) Alî Kalçik der heqê mijarê de agahî da û diyar kir ku di erdheja sala 2011'an de ji ber şemitîna erd, ku çavkaniyên avê yên golê cih guherandine û anî ziman ku ji ber vê yekê gol zûha bûye. Kalçik got, "Ev gol, goleke avdanê ye. Lewma berpirsyarî ya DSÎ ye. Weke serokê komeleya hawirdorê, ez bi xwe çûm golê û min lêkolîn kir. Debara vê herêmê bi temamî çandinî ye. Gola mijara gotinê 10-12 hezar donim erd av dida. Ji ber vê yekê, eger rayedar dest bi karê vekirina çavkaniyên golê bikin, wê hem ji bo xwezaya me hem jî ji bo mirovên me gelekî baş be."