Girê Medresat hate qedexekirin
Girê Medresat hate qedexekirin
Girê Medresat hate qedexekirin
Li xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê ku hesabên avakirina ‘herêma bi ewle’ tê kirin, lihevkirina hikûmeta AKP’ê û DAIŞ’ê fêkiya xwe da. Piştî tehdîda wê ‘DAIŞ lê bixe’ şûnde girê Medresat ê ji aliyê leşkeran ve hate valakirin îro hat qedexekirin.
Hikûmeta AKP’ê tevîl hemû bertekan hewldanên xwe yên ku li xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê ‘herêma bi ewle’ ava bike didomîne. Piştî hinek gundên li ser xeta sînor şûnde duh jî girê Medresat ê sînorê Pirsûsê ku rojnamegeran Kobanê ji pêş ve dişopand hat valakirin. Girê ku duh rojnamegeran lê dîmen digirt, bi îdîayên li gorî nivîsandinin ku çeteyên DAIŞ’ê di nava xwe de kirine, wê rojnameger bibin hedefên êrîşên hewanan. Ev îdîa weke ‘Qadên ku leşker dixwazin vala bikin li ser DAIŞ’ê dike.’ hatibû nirxandin. Di heman demê de hatibû gotin ku avakirina ‘herêma bi ewle’ jî parçeke plana hikûmetê ya bi DAIŞ’ê re ye. Piştî tehdîda ku wê DAIŞ êrîş bike şûnde leşkerên Tirk vala kir.
DUH HAT VALAKIRIN, ÎRO QEDEXE YE
Vê sibê rojnamegerên ku dixwestin biçin ser Girê Medresat hatin astengkirin. Leşkeran ji rojnamegeran re got bi hinceta ku ji pêş de guleyên doçka tê îro qedexe kirine. Li ser vê rojnamegeran got ku qedexe tenê îro derbasdare yan na, leşkeran got: “Niha ji bo me tenê gotin îro ye.” Leşkeran hemû nuqteyên gir girtine û kesên hatin qûntarê gir jî rastî hişyariya leşkeran hatin.