Girê Medresat careke din hate valakirin

Girê Medresat careke din hate valakirin

Leşkeran êrîş li welatî û xebatkarên li girê Medresat ê ku şerê Kobanê lê dişopand kir. Leşkerên bi bombeyên gazê êrîş li welatiyan kir, gir careke din hate valakirin.

Leşker êrîş li xebatkarên çapemeniyê û welatiyên li girê Medresat ê Pirsûsê yê li hemberî Girê Tilşêîr ê ku li eniya rojavayê Kobanê yê pevçûnê lê dijwar diqewim kir. Girê Medresat ê ku berê hatî valakirin û duh hatî qedexekirin îro welatî û xebatkarên çapemeniyê ji bo pevçûnan bişopînin careke din çûn gir. Welatiyên rastî tu astengiyan nehatin di seatên êvarê de leşkeran êrîş li çapemeniyê û welatiyan kir. Leşkerên anonsên "Leşkerên TC bang li we dike vir vala bikin an na em ê mudaxeleyê bikin" kirin û êrîşî li welatiyan û rojnamegeran kirin. Di encama êrîşa bi bombeyên gazê de gir careke din hate valakirin.

Leşkerên tirk roja buhrî bi hinceta "Wê DAIŞ lê bide" gir vala kiribû û duh bi wesayîtên zirxî hemû riyên diçûn gir girtin û çûna gir ji welatî û rojnamevanan re hatibû qedexekirin.