Gerîlayê HPG’ê Nakuş ji aliyê hezaran Kurdistaniyan ve hat defnkirin
Gerîlayê HPG’ê Nakuş ji aliyê hezaran Kurdistaniyan ve hat defnkirin
Gerîlayê HPG’ê Nakuş ji aliyê hezaran Kurdistaniyan ve hat defnkirin
Gerîlayê HPG'ê Umît Nekuş ku bi du hevalên xwe re li Qaqizmana Qersê ji hêla tîmên taybet ve hat înfazkirin li Bazîdê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.
Li Qaqizmana Qersê di 23'yê Cotmehê de 3 gerîlayên HPG'ê ku ketin kemîna tîmên taybet hatin înfazkirin. Malbatên gerîlayên HPG'ê Umit Nekuş (Baran Ararat) û Hamît Cîhangîrî (Şervan Şaho) ku ji cenazeyên zarokên xwe wergirin hatin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê bi hinceta "Em li benda dozger in" malbatê HPG'iyan bi seatan li ber sermayê hatin rawestandin. Li ser hewldanên nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî cenazeyên radestî malbatan hat kirin. Piştî wergirtina cenazeyê Nekuş ji bo definkirinê ber bi Bazîda Agiriyê ve hat rêkirin. Cenazeyê Umît terqarê Ebex û Wanê ji hêla sedan welatî ve hat pêşwazîkirin. Girseyê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên her sê gerîlayên HPG'ê yên hatin înfazkirin hilgirtin. Girseyê bênavber dirûşmên "Tolhildan", "Bijî berxwedana Kobanê", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Cenazayê Nekuş li Bazîdê ji hêla hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin û heta ser goristanê meşiyan. Cenazeyê Nekuş piştî wecibeyên olî bi dirûşman hat definkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoya ku yekîtiya xwe ava bikin de derbas dibe. Dayika Nekuş Mahsume Nekuş jî got ku dilê wê bi kul û keserê tijî ye û anî ziman ku kurê wê niha bûye hêviya Kurdistanê.
Piştî axaftinan bi awayekî girseyî çûn mala Nekuş û ji malbatê sersaxî xwestin.