Gerîlayê HPG’ê Cîhangîrî li Geverê hat veşartin

Gerîlayê HPG’ê Cîhangîrî li Geverê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hemîd Cîhangirî (Şervan Şaho) ê ku li navçeya Qaqizmanê ya Qersê di encama kemîna leşkeran de bi 2 hevalên xwe re di 23'yê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da li Geverê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hemîd Cîhangirî (Şervan Şaho) ê ku di 23'yê Cotmehê de li navçeya Qaqizmanê ya Qersê di encama kemîna leşkeran de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dan piştî karên otopsiyê yên Erziromê hate wergirtin û ji bo bê definkirin anîn navçeya Geverê. Cenazeyê Cîhangirî li ser Pira Şakîta ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Cîhangirî ji aliyê girseya di nav de malbata Cîhangîrî, Parlamenterê HDP'ê Esat Canan, rêveberên DBP, HDP û MEYADER'ê, hevşaredarên Gever û Bajêrgehê û gelek kesên din bi konvoyê anîn navenda navçeyê. Tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî li terqarê ya Oremar pêşiya konvoyê girt û li ser vê yekê konvoya cenaze li Taxa Gungorê ket navenda navçeyê.

Cenazeyê Cîhangirî di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmaya, "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Piştî konvoya cenaze ket navenda navçeyê hemû esnafên navçeyên jî dikanên xwe girtin û tevlî merasîma cenaze bûn. Li navenda navçeyê darbesta Cîhangirî ya bi ala PKK'ê pêçandî ji aliyê girseyê ve hate girtin û bi meşê ber bi mizgefta Taxa Qişla ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervana YPJ'ê Eylem Duz û gerîlayê HPG'ê Cîhangirî, alên YPG, KCK, HPG'ê hatin hilgirtin. Di meşê de tepsiya hinê ji aliyê dayik û xwişka gerîlayê HPG'ê Cîhangirî ve hat hilgirtin û demên hestiyar rû dann. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgeftê cenazeyê Cîhangirî careke din bi meşê birin "Şehîdgeha" li Taxa Ormanê.

Piştî karên definkirinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û rêzgirtin pêk hat. Piştre Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Şerafettîn Dede axivî û wiha got: "Di nava mehekê de 6 cenaze hatin Geverê û du cenaze jî li Kobanê man. Sedema van cenazeyan Erdogan û siyaseta qirêj a AKP'ê ye. Dîsa plan û projeyên texrîbkar ên AKP'ê dê ji aliyê Serokê me ve vala bên derxistin. Gelê Kurd ê gelek pirsgirêk çareserkirin dê vê pirsgirêkê jî çareser bike. Li hemberî gel texrîpkirin, serdagirtina malan û binçavkirinan dikin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin û em nayên lîstîkan. Em li benda peyama ji serokê xwe, partiya xwe û KCK'ê ne." Dede, anî ziman ku dewlet li navçeyê li pey provokasyonê ye û bang li ciwanan kir ku neyên provokasyonê.

Piştre YDG-H'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi rojane zextên dewletê li ser gelê me zêde bûn. Li Geverê rewşa awarte hatiye îlankirin. Bi van pêkanînan dixwazin di dilê gelê Geverê de tirsê bi cih bikin. Lê çawa me bi çalakiya Egîd Heval a di sala 1984'an de yên li Dihê û Şemzînan tirs ji ser xwe avêt em ê îro jî bi heman ruhî li hemberî hêzên taybet ên dewletê berxwedana xwe bilind bikin."

Piştî axaftinan girse bi dirûşma,  "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiya.