Gerîlayan cenazeyên hevalên xwe Nas û Koç radestî malbatan kirin

Gerîlayan cenazeyên hevalên xwe Nas û Koç radestî malbatan kirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Vesîle Nas (Ulkem Îdîl) û Fûat Koç (Denîz Bîngol) ên di du şerên cûda yên sala 2007'an de li Çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyên ku ji gerîlayan hatin wergirtin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Vesîle Nas (Ulkem Îdîl) a ji navçeya Şirnex Hezexê û Fûat Koç (Denîz Bîngol) ên ji navçeya Çewlik Kanîreşê yên di du şerên cûda yên sala 2007'an de li Çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest dan, li mezra Elcanî ya gundê Sûlakê, ji aliyê bi hezaran kesî ve ji destê gerîlayên HPG'ê ve hatin wergirtin. Piştî ku hat bihîst, malbat wê îro cenazeyên zarokên xwe werbigirin, ji bilî firin û firoşgeha dermanan hemû dikan hatin girtin û şêniyên navçeyê ji serê sibê ve li ber avahiya BDP'ê ya Navçeyê li hev kom bû.

Bi hezaran kes li wesaîtan siwar bûn û ketin ser rêya mezra Elcanî ya gundê Sûlakê û welatî ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatin pêşwazîkirin.

Darbestên Nas û Koç ku ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve bi alên PKK, KCK û wêneyên Ocalan hatibûn pêçandin, radestî malbatan hatin kirin. Piştî wergirtina cenaze, bi hezaran kesan li qadeke vala merasîma cenaze lidar xistin û deqeyek rêz girtin.

Di merasîmê de agahiyên nasname, cihê lê jiyana xwe ji dest dane û notek der heqê wan de hatibû nivîsandin hatin xwendin. Di notê de ev agahî hat dayîn: "Hevala Ulkem Îdîl di 08.12.2007'an de di şerekî li Gabarê de, hevalê Denîz Bîngol jî di 08.10.2007'an de di şerekî din ê li heman herêmê de bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin."

Girseya gel a cenaze wergirt, bi awayekî konvoy ketin ser rêya navenda Navçeya Hezexê. Li navenda navçeyê jî, girseya gel ji wesaîtan peya bûn, darbest hilgirtin ser milan û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Balkêş bû ku darbesta gerîlaya HPG'ê Vesîle Nas ji aliyê jinan ve hat hilgirtin.

Tê payîn ji bo otopsiyê cenazeyan bişînin Saziya Tipa Edlî.