Gelê Silêmanî: Kobanê li gelemperiya cîhanê bû sembola rûmeta Kurdan

Gelê Silêmanî: Kobanê li gelemperiya cîhanê bû sembola rûmeta Kurdan

Berxwedana Kobanê ya ku di roja 42. de ye, roj bi roj piştgiriyeke xurt dibîne. Welatiyên bajarê Silêmaniyê diyar kirin ku Kobanê di nava cîhanê de bûye sembola serbilindî û rûmetê gelê Kurd û bang li aliyên siyasî yên Başûr kirin ku piştgiriyê bidin Kobanê.

Berxwedana Kobanê ya ku ket roja 42., her ku diçe piştgiriya jêre li seranserê Kurdistan û cîhanê berfireh dibe. Yek ji cihên xwepêşandan û kampanyayên piştgiriya ji bo Kobanê lê pêk hatin bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye. Gelê Silêmaniyê yên ji destpêkê berxwedana Kobanê ve dişopînin diyar dikin ku ew berxwedana Kobanê ji bo xwe weke rûmet û hebûnê dibînin û li partiyên Başûr banga ku xwedî li Kobanê derbikevin kirin.

Welatiyê bi navê Hewrê Silêmanî diyar dike ku berxwedana îro li Kobanê tê meşandin ji bo hemû gelê Kurd cihê serbilindiyê ye û wiha dewam kir: “Bi rastî berxwedana îro li Kobanê tê meşandin cihê serbilindiyê ye ji bo hemû gelê Kurd û gelê Kurd bi cîhanê da naskirin. Bi rastî jî ew berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê li Kobanê dijî çeteyên DAIŞ dimeşînin berxwedanekî pir dilsoz û mezine. Ez weke kesekî xelkê Silêmanî cara yekeme ku dibinim gelê Kurd wiha cara yekem bi biryardariyekî ev çend mezin parastina xak û gelê xwe dike.”

DIVÊ KOBANÊ BIBE MINASEBETA YEKBÛNA GELÊ KURD

Silêmanî diyar kir îro li hemû cîhanê Kobanê bûye sembola gelê Kurd û got: “Bi rastî Kobanê bû semboleke ji bo gelê Kurd li hemû cîhanê. Ji bo wê divê hemû gelê Kurd û partiyên Kurd bi Kobanê serbilind bin û xwedî lê derkevin. Ji ber biryarbûn û dilsoziya wan gihaye asteke ku hemû dinya pê serbilind be, ne tenê gelê Kurd. Divê ev bibe minasebeta ji bo gelê Kurd bibe yek. Divê êdî gelê Kurd bibe yek û dest ji partî û dijbertiya hev berdin.

EZ CARA YEKEM E FEDAKARIYEKÎ DILSOZ A WIHA JI BO GELÊ KURD DIBÎNIM

Min di tevahiya jiyana xwe de min pir tişt dît, gelek li çiyan mam lê cara yekeme dibinim ev çend partiyên li Kobanê bi şêweyekî ev çend dilsoz û bibiryar ji bo gelê Kurd canê xwe feda dikin. Bila êdî bes be dijbertiya hev kirin, êdî ev partiyên bila dest ji pere komkirinê berdin û bila nebin wek amûr di destê dijminên gelê Kurd de. Em hemû dizanin ku Tirk yekem dijminê gelê Kurd û duyem jî Îrane, ji bo wê jî divê em bizanin tenê em dilsozên yektirin. Ji ber îro roja em hemû bidin yek e. Jin, zarok, kal û ciwan her hemû kes li gor hêza xwe divê dest bidin hevdû. Ji ber me pir dît ka çi bi serê gelê Kurd hat. Ji bo wê hêvîdarim Helebçe, Şengaleke din rû nede.”

Welatiya bi navê Rêzan Elî diyar dike eger ku rê hebe wê biçe tevlî berxwedana Kobanê bibe û got: “Ez jî weke jinekê min pir dixwast îro li Kobanê bûma û min gelê Kurd û Kurdistan bi parastiba. Ji ber a îro li Kobanê tê kirin ji bo çar parçeyên Kurdistanê ye û divê em weke jin li hemberî vê berxwedanê bêdeng nemînin û tevlî berxwedana jinên îro li Kobanê têdikoşin bibin. Ji ber êdî dem dema em bibin yek û hevdu biparêzin e. Di rastiyê de jî dema em li berxwedana Kobanê dinerin bi teybet têkoşîna jinan a li wir ez pir jê bandor dibim û timî dibêjim xwezî niha ez jî li wir bûma. Înşellah wê rojek were em hemû bibin yek û wê Kurdistan ji bin destê dagirkeran rizgar bibe.”

Dr. Saîd jî diyar kir ku di 50 salên dawî de Kobanê pirsgirêka herî mezin a gelê Kurd e û wiha dewam kir: “Pirsgirêka Kobanê di van 50 salên dawî de mezintirîn pirsgirêka gelê Kurd e. Îro piştgiriya ji bo Kobanê mezine lê mixabin hêzên me yên siyasî her weke demên bihurî dihizirin. Em îro di sedsala 21’mîn dene, dinya ber bi guhertin ve diçe. Divê êdî coxrafyaya Kurdistan bê guhertin. Divê em hewl bidin li her çar parçeyên Kurdistan ji bo yek hikûmet hewldan bikin. Lê carcaran ev hewldanên me şaş dibin û em teslîmê berjewendî û tiştên derveyî sudê gelê xwe dibin. Ji bo wê îro Kobanê weke kilîta vê pirsgirêkê ye.”

HETA NIHA LI BAŞÛR TI NERAZÎBÛNEKE CIDÎ LI DIJÎ DAIŞ'Ê NEHATIYE NÎŞANDAN

Saîd diyar kir eger ku Kobanê bikeve wê derbeyeke mezin li pêşeroj û çarenûsa Kurdan bikeve. Dr. Daîd got ku DAIŞ ti eleqeya xwe bi Îslamê re nîne û wiha dewam kir: “DAIŞ ti eleqeyeke xwe bi Îslamê re nîne û ne meseleyekî Îslamî ye. Heta niha ti partiyeke Kurd bi taybet li Başûrê Kurdistanê hewldaneke cidî ji bo dijbertiya DAIŞ nekiriye. Ji ber heya niha gelek caran li ser axaftinê me hevdu girtiye lê ticarî me di pratîkê de hevdû ne girtiye. Ji ber ku divê em her partiyekî yan her aliyekî ku dijbertiya gelê me bike şermezar û boykot bikin.  Divê rê nedin tiştek wiha di nava me de pêş bikeve. Divê em her partiyek dema li dijî berjewendiyê gelê Kurd tevgeriya rê nedinê û boykot bikin.”

Dr. Saîd di dawiya axaftina xwe de got: “Weke min di serî de got îro Kobanê weke dil û Qûdsa Kurdistanê ye. Ji bo wê divê em vî dil û Qûdsa gelê Kurd bêyî berjewendiyên siyasî û partiyan biparêzin. Pêwîste em di vê meselê de ne partîbûn Kurdbûna xwe bigirin ber çavan û li gor wê tevbigerin.”

Rojnamevan û helbestvan Şalaw Caefer jî diyar kir ku Kobanê dayika hemû gelê Kurd e û wiha dewam kir: “Kobanê weke şeref û rûmeta gelê Kurd e. Kobanê weke dayika gelê Kurd e. Eger her komkujiyeke li Kobanê rû bide wê hemû gelê Kurd zererê jê bibîne. Eger Kobanê bikeve wê hemû gelê Kurd winda bike. Îro divê em hemû hêza xwe bibin yek û alîkariya Kobanê bikin. Ji ber Kurdistan yek e, her parçeyekî yan derbeyekî li Kobanê bê xistin wê hemû Kurdistan winda bike.”