'Gelê Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin'
'Gelê Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin'
'Gelê Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin'
Bi berxwedana Kobanê û Pirsûsê re piştevaniya enternasyonalîstî ya şoreşgerî didome. Silvia Tedeschi ya Îtalyayî ya tevli berxwedana li sînor bû nirxandina “gelê Kobanê ji bo parastin û azadkirina rûmeta hemû mirovahiyê şer dike” kir.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê berxwedan didome. Di qada navneteweyî de jî ji bo piştgiriya Kobanê şoreşger tên tevli berxwedanê dibin. Silvia Tedeschi ya Îtalyayî ya tevli nobeda berxwedanê ya sînor a Pirsûsê bû wiha got: “Ez ji bo temsîlkirina welatê xwe Îtalyayê ne li vir im. Ez ji yên welat û dewletan rêve dibin bawer nakim û li hemberî wan im. Ez wan temsîl nakim, ew jî min û nêrînên min temsîl nakin.” Tedecchi diyar kir ji ber tevli çalakiya berxwedanê bûye kêfxweş e û wiha berdewam kir: “Ez ji bo hemû kesên di nava berxwedana Kobanê de cih digirin spas dikim. Ji ber ku ev berxwedan ne tenê ji bo axa wan e ji bo hemû cihanê ye. Ji bo parastin û azadiya hemû mirovên cihanê û rûmeta mirovahiyê şer dikin.”
FERASETA LI GAZZEYÊ DIKUJE Û YA LI KOBANÊ DIKUJE HEMAN FERASET E
Tedeschi anî ziman ku ew berê jî bi endamên saziyeke ku ji bo piştevaniya enternasyonalîst hatiye avakirin ve çûye Gazzeyê û li wir bûye şahidê gelek pevçûnan, bi Filistiniyan re tevli çalakiyan bûye û piştgirî daye wan. Tedeschi destnîşan kir ku hevaleke wê ya bi hevre derketine rê ji aliyê selefiyan ve hatiye kuştin û heman feraset niha jî ji aliyê DAIŞ’ê ve li Kobanê mirovan dikuje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên li Kobanê gelê kurd dikijun hevalên me jî kuştin. Ji ber vê yekê ez li vir im.”
Tedeschi diyar kir ku têkoşîna mirovahiyê ya li Kobanê tê dayîn bûye cihê ku hemû gelên cihanê dibin yek û çapemeniya cihanê li şûna vê berxwedana Kobanê ya mezin “alîkariyên nîn e” derdixin pêş û berxwedana her du aliyan ji nedîtî ve tê. Tedeschi wiha axivî: “Çapemeniya Îtalyayê di destpêka êrîşên DAIŞ’ê de Kobanê û berxwedana li vir dide, lê piştî bombebarana hêzên koalîsyonê niha tenê wê didin. ‘Nûçeyên wekî alîkarî diçe, bombebaran dikin’. Lê ez li vir im û heta niha min ew alîkarî nedît. Tenê li hin cihên çapemenî heye çend bombeyan davêjin û diçin. Pevçûnên ku li vir diqewimin bi awayeke rast nayê dayîn. Li vir şereke evqas mezin heye û hê jî didome û li holê tu alîkarî nîn e, ev di çapemeniyê de nayê dayîn. Ji ber ku çapemenî nade jî mirov ji rewşa vir agahdar nîn in. Ez dixwazim mirov li vir bizanibin, berxwedana mirovahiyê ya li vir bibînin û piştgiriyê bidin, hêviya min ev e.”