Gel operasyona li Çiyayê Cûdî rawestand
Gel operasyona li Çiyayê Cûdî rawestand
Gel operasyona li Çiyayê Cûdî rawestand
Piştî gel li Çiyayê Cûdî gihişt cihê operasyonê, artêşa Tirk dawî li operasyona xwe anî û leşkerên Tirk paşde vegeriyan.
Operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî li girê Çolya yê çiyayê Cûdî di saetên êvarê de hate destpêkirin piştî ku gel gihîşt herêmê bi dawî bû. Leşkeran li gundê Uyanikê pêşiya gel girtin û xwestin asteng bikin. Lê li hemberî berxwedana bi bîryar a gel leşker paşde vekişiyan û piştî gel çû herêmê leşker li herêma operasyonê vekişiyan.
Piştî leşker ji herêmê vekişiyan welatî demeke li herêmê man û piştre ber bi navenda navçeyê rê ketin.