Gel li Dêrsimê ji bo şehîdgehê di nav çalakiyan de ye
Gel li Dêrsimê ji bo şehîdgehê di nav çalakiyan de ye
Gel li Dêrsimê ji bo şehîdgehê di nav çalakiyan de ye
Li Dêrsimê ji ber rêya diçe Şehîdgeha Dr. Baran û Zîlan hat girtin, gel li navenda bajêr çalakî da destpêkirin. Çalakî heta rêya diçe şehîdgehê bê vekirin wê bidome.
Li Dêrsimê rewşa awerte ya bi fermana Wezareta Karên Hundir duh destpê kir dewam dike. Gel îro li navenda bajêr dest bi çalakiyê kir.
Ji bo vekirina şehîdgeha li geliyê Pilumur bê astengkirin duh rêya Erzîncan-Dêsimê li çûnûhatinê hatibû qutkirin. Ketina bajêr jî hatibû astengkirin.
Gelê Dêrsimê yê ev pêkanîn şermezar kir li navenda bajêr dest bi çalakiyê kir. Bi hezaran kes li sûkê kom bû û jiyan rawestiya.
Çalakî heta ji bo çûna şehîdgehê destûr bê dayîn û rê bên vekirin wê bidome.